Lîga Têkoşîna Navneteweyî a Gelan (ILPS) a Avakirina Filipiniyan û Komeleya Çanda Ermeniyan a Arjantinê li dijî girtina Hevserokan û Parlamenterên HDP'ê yên hatin girtin piştgirî dan HDP'ê. Fîlîbînî û Arjantiyan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna şervanên azadiyê ya gelê kurd a li Tirkiye, Iraq, Sûriye li dijî terorizmê dimeşînin. Filîbînî û Arjantiyan di daxuyaniyê de êrîşên li ser çapemeniyê û girtina xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê jî şermezar kirin.
Serokê ILPS- Fîlîpiyan Elmer Labog anî ziman ku ew li pişt yekîtiya gelê kurd û tirk in û xwest bi lezgîn wekîlên kurdan serbest bên berdan. Lobag, ji Serokê Dewleta Filipiniyan Rodrigo Duterte xwest bi lezgîn zextên li ser wekîlan şermezar bike û helwesta xwe nîşan bide.
Di daxuyaniya bi îmzeya Sekreterê Giştî yê ILPS-Filipiniyan Norma G. Biñas de wiha hat gotin: "Serok dewlet Duterte jî di axaftina xwe de rexneyên li dijî mutefika YE û DYA ya bi rejîma Erdogan re anî ziman. Wekî ILPS Filipiniyan em armanc dikin ji bo piştevaniya HDP'ê li meclîsê çalakiya piştevaniyê pêk bînin. Em li pişt têkoşîna kurdan a li Tirkiye, Sûrî, Iraqê li diî terorîzmê didin in. Em li pişt şervanên azadiya kurd in.
YPG, li Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar dide. Di rizgarkirina Heleb û Reqa re roleke sereke dilîze. Tangên tirk ên li ser sînor bi cih bûne jî armanc dikin ku mezinbûna kurdan asteng bikin. Bi vî rengî alîkariyê didin terorîstan. ILPS wê di 11'ê mijdarê de li Makati li pêş Sefaretxaneya Tirk çalakiyê pêk bînin."
BUENOS AIRES
Rêxistina xwehbira ya Nor Zartonkê Komeleya Çanda Ermeniyên Arjantinê jî piştgirî da HDP'ê
Di daxuyaniya ku li Paytext Buenos Airesê pêk hat de politîkayên Erdogan hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bi lezgîn wekîlên HDP’ê serbest bên berdan.
Di daxuyaniya Komîsyona Navendî ya Komeleya Çanda Ermeniyan (UCA) de wiha hat gotin:
"Hikûmeta Erdogan li dijî partiya çepgir HDP’ê zilma bi rêk û pêk dimeşîne. Rojnamegerên Rojnameya Cumhuriyetê ku yek ji rojnameya herî rêzdar e û Partiya ku li meclîsê xwedî 59 wekîlan e û partiya 3'emîn a Meclîsê HDP di bin zextan de ye. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di navde 12 wekîl hatin binçavkirin û jê 10 kes hatin girtin. Bi van girtinan zextên li ser HDP'ê derketin asta herî jor. Erdogan bi hevkariya DAÎŞ'ê re bi DYA, Yekîtiya Ewropa û Îsrailê re li herêmê di nava hevkariyek stratejik de cih digire. Em bang li Erdogan û hikûmeta AKP'ê dikin ku hurmetê nîşanî bawerî, çand û cudahiya nijadan bidin."