Koordînayona Giştî ya Kantonên Rojava, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniya Koordînasyonê de bal kişand ser van xisûsan:
“Dewleta faşîst a Tirk ev bû 18 sal in Rêber APO dîl girtiye. Rêber APO di encama komployeke qirêj de ku gelek dijminên gelê Kurd, mirovahiyê, nirxên demokratîk û biratiya gelan cihê xwe girtin, dîl hate girtin. Çirûska fikir û felsefeya Ocalan ji Îmraliyê şewq da û ji dibistaneke ji bo gelê Kurd veghurî ronahiya hemû gelên herêmê û cîhana azad.
Domandina dîlgirtina Rêber APO û tecrîda li ser wî dewamkirina bêdengkirina rastiyê û tunekirina dengê gelê Kurd û gelên herêmê ye. Çalakî û meşên li bajar û bararokên Ewropa û Cîhanê çêbûn isbat dike ku komplo vala hate derxistin.
Em wekî Koordînesyona Giştî ya Rêveberiya Xweser tekez dikin ku Rêveberiya Xweser û projeya Federaliya Demorkatîk ji encamên fikir û felsefeya Ocalan in. “
Koordînasyonê bang li saziyên mafê mirovan kir ku têkildarî tecrîda Ocalan û azadkirinê zextê li dewleta Tirk bikin.