ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

*Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê werin şopandin.

*Li paytexta Îtalya Romayê,"Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî" di roja 2'an de didome. 

*Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê ku beriya niha ji bo "milkên nayê firotin" doz vekiribû, niha jî dibêje, "Ez ê bifiroşim". Qeyûm di 16’ê Nîsanê de wê îhaleya 680 milyonî pêk bîne.

*Şehîd Berçem Avareş yek ji şervanên leheng a bi ked û têkoşîna xwe mîrateyek watedar li pey xwe hişt. Di her gotin û nivîsa xwe ya di lênivîska xwe de hest û dilsoziya xwe ya azadiyê tîne li ser ziman.

*Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan bên şopandin.