FEYKA: Lêpirsîn di bin siya hevkariya Parîs û Enqereyê de ye

FEYKA: Lêpirsîn di bin siya hevkariya Parîs û Enqereyê de ye

Federasyona Komeleyên Kurd ên Fransayê (FEYKA) diyar kir ku lêpirsîna qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd di bin siya hevkariya Parîs û Enqereyê de tê kirin. FEYKA, helwesta polisê Fransayê ku dixwaze gumanê ji Kurdan bibe û dewleta Tirkeyeyê jî bêsûc nîşan bide, şermezar kir.

Lêpirsina qetilkirina siyasetmedarên jin ên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê polîsê Fransayê ve tê meşandin. Lêbelê di derbarê lêpirsînê de Federasyona Komeleyên Kurd ên Fransayê (FEYKA) daxuyaniyek da û bal kişand li ser helwesta polîs.

FEYKA'yê dest nîşan kir ku ji roja komkujiyê heya niha derbarê nûçeyên çapemeniya Fransa û Tirk ku sûcê dixe ser aliyê Kurd û dewleta Tirk jî bêsûc nîşan dide, rayedarên Fransayî negotine "Ev agahî derew in". FEYKA'yê diyar kir ku ev yek gumana wan a lêpirsin ne bêalî dimeşe, zêdetir kiriye û vê daxuyaniyê da raya giştî:

"Ji roja komkujiyê heya niha nûçeyên ku derdikevin me dixe nava fikaran. Hê roja pêşi berdevkê AKP'ê Huseyin Çelik xwest vê komkujiyê wekî kuştinekî nav rêxistinî nîşan bide. Jixwe ev gotina wî nîşaneya pêşî ya ka gelo lêpirsîn wê çawa bimeşe bû. Herwiha di nûçeyên di çapemeniya Tirk û Fransayî de hate niha hat xwestin ku Kurd wekî sûcdar were dîtin.

Ji bo vê jî em li bendê ne ku rayedarên Fransî bersiva van pirsan bidin;

1- Tîmên lêpirsinê dimeşînin hê encama xebatên xwe eşkere nekirine, lê çawa dewleta Tirk ku guman li ser zêde ne, paqij tê derxistin.

2- Hê ne ji parêzer û ne jî ji malbatan re qet agahiyek nehatî dayîn, çawa ewqas agahî ji dewletekî gumanbar re tê pêşkeşkirin û hevkarî tê kirin."

FEYKA'yê di daxuyaniya xwe fikar û gumanên xwe jî bi berfirehî anî ziman diyar kir Sakine Cansiz sê roj berî bûyerê hatiye Fransayê û ev yek jî nîşan dide ku komkujî ji zûve hatiye plankirin û ew çend jî profesyonelî ye.

FEYKA'yê herwiha bal kişand ser dîmenên kamerayan û vê agahiyê da: "Kamereyên marketa mezin Carfeour ku li hemberî buroyê ye bi 360 pêleyî dîmenan digre, lê belê heya niha di derbarê vê mijarê de qet agahiyek nehatiye dayîn."

FEYKA'yê diyar kir ku saziyên Kurd ji bo ronîkirina vê komkujiyê ji destê wan çi tê dikin û hemû agahiyên di destê xwe de didin tîmên ku lêpirsînê birêvedibin.