Fetulah Gulen li dijî Kurdan dinava pilanên qirêj de ye

Fetulah Gulen li dijî Kurdan dinava pilanên qirêj de ye

Serokê cemaetê Fetulah Gulen ku dibin baskê Amerîka dimîne, bi dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd herku diçe qirêj tir dike. Êrîşên ku heya niha li dijî tevgera azadî û PKK'ê pêk dianî berfireh kir û vê carê jî li dijî PYD û PJAK ketiye nava lîstikên qirêj.

Fetulah Gulenê ku hercar ji Amerîka yê fetwayên qirkirina Kurdan dide,careke din niyet û dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan aşkera kir.

Hinek dîmenên ku nû ketine înternetê,eşkere dike  ku Fetulah Gulen vê carê berê êrîşên xwe daye liser PYD û PJAK’ê.

Fetulah Gulen bi salane li Amerîkayê dibin baskê CIA de ferman û fetwayên qirkirina kurdan dide.Ev fetwa û fermanên Gulen li bakûrê Kurdistanê bune sedem ku bi hezaran Kurdên sivîl werin qetil kirin û girtin.

Piştî şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ku di encamê de gelek destkeftiyên binirx derketin holê, Gulen vê carê berê xwe da vî beşê Kurdistanê. Gulenê ku dijminahiya qirêj heya niha li ser gelê Bakur dimeşand vê carê jî Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî tevil kir û got;"sîxurên ku te perwerde kirîn bişînin nava  rêkxistinên PKK, PYD û PJAK'ê û bila bi planî madeyên hişber û çekan bidin girtin û bivî awayî tê ji raya giştî re bêjin ev madeyên hişber 'di firoşin' û bivî awayî navê terorê liwan bixin."

 Fetulah Gulenê ku bi dehê salane rêbazên şerê taybet li dijî tevgera azadiya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bikaranîn nihajî ji bo têkbirina şoreşa li Rojava,pêşniyar dike.

DIBIN KUMÊ ÎSLAMÊ DE FETWAYÊN RÊBAZÊN QIRÊJ !

Fetulah Gulen bi vî awayî rêbazên têkbirina PKK, PYD û PJAKê ji şagirtên xwe re rave dike: "Ji bo tinekirina van kesan mirov dikare tiştekî wiha bike. Em bêjin 2 baskên PKK hene. PYD û yek jî ku jê re dibêjin PJAK. Ez navê wan hemûyan nizanim. Ewqas tevnên şer hene. Hûnê 2 sîxûran kirê bigrin û bêjin, me ji endamên PYD û PJAKê narkotîk wergirtiye. Piştre hûn ê hin derdoran li dijî van tevgeran rakin ser piyan. Ev rêbaz berê jî hatibû bikaranîn. Hunê hin navnîşanan diyar bikin. Wê li dijî wan navnîşanan serdegirtin pêk werin, kesên biser van malan de digrin dikarin hin kîsan bibin deverekê û tiştan tê de bicih bikin. Dikarin çekan jî bixin van kîsan. Ji xwe em ji endamên van rêxistinan re dibêjin terorîst. Vê carê jî em bêjin qeçaxçiyên narkotîkê. Em dikarin bêjin ev kes amadekariyên êrîşên terorê jî dikin."

Hêjayî gotinêye ku Fetulah Gulen berê jî di axaftinên xwe de gotibû ku "koka wan zuha bikin û bi komkujiyan ji holê rakin."

Hun dikarîn divê lînka jêrde van dîmenên Fetulah Gulen temaşe bikin.

http://video.rotahaber.com/detay.asp?kat=10359