Festîvala Dûrham a diyarî Ocalan hatiye kirin didome

Festîvala Gala Mînerst a Dûrham a bi tevlîbûna 200 hezar kesan ku diyarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin destpê kir.

Festîvala Madenvanan a ku her salê li Dûrham a dikeve bakurê Brîtanyayê tê lidarxistin ku îsal diyarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin.

Festîvala ku bi pêşengtiya sendîkayên karkeran hatiye organîzekirin îro bi tevlîbûna sed hezaran ve destpê kir. Bi hezaran kesên tevlî festîvalê bûne, tîşortên li ser wêneyê Ocalan û nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ li ser li xwe kirine. Ciwan jî di festîvalê de brûşor û pirtûkên Ocalan ên hatine wergêrkirina Îngilîzî li beşdarvanan belav dike.

Her wiha nepoxên mezin ên li ser ‘Ji Ocalan re azadî’ li ser hatine nivîsandin di rêzên pêş ên meşê de cih digirin. Dîmenê ji bo azadiya Ocalan hatiye amadekirin li qada festîvalê her kêliyê tê nîşandan.

Di bernameya festîvalê de li bendê ye ji bo azadiya Ocalan wê axaftinên cuda cuda bê kirin.