Dubbîns: Têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye jî

Dîrektorê Navnetewî yê Sendîkaya  UNÎTE  Sîmon Dubbîns ku li Brîtanyayê pêşengiya kampanyaya  azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, got, ‘’Têkoşîna Kurdan a me ye jî.’

Dubbîns got sendayên Ingilîz berê ji bo azadiya Mandella jî kampanya kirine û got, ‘’Daxwaza azadiya Ocalan bi rêya  vê festîvalê, belkî xwe bigihîne bi sed hezaran kesên ku Ocalan nas nakin. Ev hê destpêk e û wê bandorê li welatên dî jî bike.’’

Sîmon Dubbîns ku ji bo festîvalê li Duramê bû derbarê Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Dubbîns bi bîr xist ku Festîvala Madenkaran ev 150 sal in didome, bi fermî îsala sala 134’an e ku tê kirin, nêzî 170 hezar mirov tevlê dibin û got van salên dawî festîval ji sosyalîst, tevgerên çepgir û demokrat re bûye navendeke ku digihin hev.

‘WÊ MESAJA AZADIYA OCALAN  BIGIHÎNE BI SED HEZARAN KESÎ’

Dubbîns got festîvala îsal li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û mijareke sereke ya festîvalê bûye Ocalan. Dubîns wiha domand, ‘’Ev bûyerke pir mezi ne û girîng e. Mesaja têkilî Ocalan belkî jî wê xwe bigihîne bi sed hezaran mirovên ku Ocalan qet nas nakin. Festîval têkilî Ocalan wê bibe bangeke mezin. Bi ti awayî divê neyê kêmkirin û were zanîn ku ji hêla polîtîk ve gaveke mezin e. Her wiha wê bihistyariyê jî zêde bike. Ev festîval li welatên dî ji bo xebatên di ber azadiya Ocalan de wê bibe mînak.’’

Dubbîns bi bîr xist ku sendika van du salên dawî ‘Kapmanyaya Azadiya Ocalan’ geş kirine, niha li Brîtanya 15 sendîkayên mezin di nav kampanayê de ne û her wiha konfederasyona wan û rêxistina serke ya sendîkayan jî destekê dide.

‘XEBATÊN JI BO AZADIYA OCALAN WÊ WERIN GEŞKIRIN’

Dubbîns diyar dike ku armanca wan a dî ew e ku vê momentûmê gaveke dî pêştir bibin û xurt bikin. Dubbîns got piştî festîvalê ew ê bi rayedarên Elman, Fransiz û Italî re rûnin, bi video û wêneyan festîvalê ji wan re vebêjin û got ew ê sedemea wê û rengê wê bibêjin. Dubbîns her got ew ê ji bo desteka li kampanyayê geş bikin, ji bo Ocalan bidin naskirin wê xebatên xwe bidomînin.

‘KIRINÊN ERDOGAN Û GIRINGIYA KURDÊN BAKURÊ SÛRIYÊ WÊ WERIN GOTIN’

Dubbîns bal kişande ser faşîzma Erdogan a li ser Kurdan û got ew ê polîtîkayên Erdogan û giringiya Kurdên li Bakurê Sûriyê bi rengekî fesîh ji gel re bibêjin. Dubbîns bal kişande ser girîngiya festîvalê û got wê kampanyayê gavekê pêştir bibe û ji bo azadiya Ocalan bi vêrêyê xebatên karîgertir bikin.

‘DOSTÊN KURDAN NE TENÊ ÇIYA NE, EM JÎ DOSTÊN KURDAN IN’

Dubbîns gotina Kurdan, ‘’Dostên Kurdan tenê çiyayên wan in’’ bi bîr xist û got, ‘’Em dixwazin Kurd vê baş fêhm bikin: Dostê wan ne tenê çiya ne, halê hazir, bi hezaran mirov hhene ku bi rengekî xurt û biryardar destekê didin Kurdan û li pişt Kurdan in. Têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye jî. Têkoşîna me têkoşîna Kurdan e.’’

Dubbîns her wiha bang li Kurdan kir û got, ‘’Ez dixwazim ji Kurdan re vê bibêjim: Em hewceyî we ne, divê hûn bibin endamê sendîkaya me, divê hûn bi peywir û berpirsyariyê rabin, din av sendîkayan de û her wiha di nav Partiy Karker de, ji bo ku temsîla we were kirin divê hûn temsîlîyeta xwe ava bikin.’’

‘HIN HÊZ DIXWAZIN KURDAN ÎZOLE BIKIN’

Dubbîns herî dawî li ser armanca festîvalê got, ‘’Bi vê festîvalê em dibêjin, ‘’Em têkoşîna Kurdan dibînin û fêhm dikin. Festîvala herî mezin ku her sal tê kirin peyama, ‘’Em ji Ocalan re azadiyê dixwazin’ berbiçav dike û em vê peyamê digihînin bi sed hezaran mirov. Em dibêjin, ‘‘Hûn ne tenê ne.’’

Em baş dizanin ku hin hêz dixwazin Kurdan îzole bikin. Ev hêz dema ku bajarê we bombe dikin kêfxweş in, tim nifûsa we terorîze dikin û êrîşê tînin. Weke berê jî min gotî, ‘’Dostê Kurdan ne tenê çiya ne. Hevalên we hene ku milê xwe didin we û bi we re têdikoşin.’’