Fermandariya YPJ'ê nasnameya 2 şehîdan ragihand

Fermandariya YPJ'ê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, hevrêya wan Sarya û Hîvda şehîd bûne. Fermanardariyê diyar kir, ji bo ku ew hêviyên Sarya û Hîvda bînin cih ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyeke niviskî ragihand hevrêya wan Sarya Dersim (Songul Doguç) û Hîvda Pirosî (Rojbîn Akdogan) şehîd bûne. YPJ'ê têkilî Sarya got, ''Di şerê 2013-2014 û 2015’an de bi roleke pêşeng rabû. Kedeke bêhempa ya hevrê Sarya di şoreşa Rojava de çêbû. Li hemberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê, sekna jina Kurd li hemberî dijmin çawa ye, bi berxwedana xwe nîşan da. Bi vê sekna xwe bû mînaka wêrekî, fedekarî, hêvî û serkeftinê.''

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê derbarê Hîvda Pirosî jî got, ''Her tim bi coş û kelecan bû. Bi rihê xwe yê ciwan reng dida jiyanê. Heval Hîvda ev demek bû ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê tedewî didît. Lê ji ber rewşa xwe ya giran şehîd bû.''

Daxuyaniya giştî ya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ya têkilî Sarya û Hîvda Pirosî ku şehîd bûne, wiha ye:

'HEVRÊYA ME SARA BI ASTA FERMANDARIYÊ PÊŞENGÎ KIR'

''Bi şexsê pêşeng, tekoşînvan, hevrê Sarya û Hîvda, em tevahî şehîdên di tekoşîna mirovahiyê de şehîd bûne, bibîrtînin. Ji malbata her du hevrêyan re, ji gelê me yê berxwedêr û dayîkên şehîdan re sersaxî dixwazin û soza me daye şehîdan bi biryardariyeke mezin dubare dikin.

Tekoşîna gelê Bakûrê-Rojhilatê Sûriyê, bi heqîqeta şehîdan xwe gîhand vê merheleya dîrokî. Di şerê 8 salên derbas bûyî de me bi hezaran hevrêyên birûmet, di oxira parastina gel û xaka pîroz de, da. Tişta ku ket ser gelê me, bi fedekarî, bi rihê welatparêz, ked da, xwîdan rijand û ewladên xwe yên hêja diyarî şoreşa mirovahiyê kirin. Me Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), bi têkoşînê ked û hewl da, da ku em layîqî heqîqeta gelê xwe bibin. Hevrê Sarya bi vê hişmendiyê têkoşiya û bi moraleke zêde şerê azadiyê kir û di vê oxirê de şehîd bû.

Hevrêya me Sarya, ku yek ji pêşenga şoreşê bû, li ser vê rastiyê tevlî tekoşîna mirovahiyê bû. Hevrê Sarya, di nav malbateke welatperwer de mezin dibe. Malbateke di tekoşîna azadiyê de gelek berdêlên giran daye. Hevrê Sarya, di temenê xwe yê ciwan de tevlî nav tekoşîna azadiyê dibe. Di destpêka şoreşa Rojava de bi kedeke mezin tevlî hemû xebatan bû. Her tim di çeperên herî pêş yê şer de cih girt, têkoşiya. Ji bo xwe timî qadên herî zor û zehmet hilbijart. Bê ku rojekê dudilî bijî bi ezmeke zêde, bi biryardariyeke qeyîm bi ser erkên xwe de çun, ku jê hatibûn xwestin. Bi asta fermandarî de pêşengî kir, di pêngav û şerê giran de cihê xwe girt. Bi sekna wêrek, fedekar û dilnizim di demên herî zor de pêşengî li hevrêyên xwe kir. Di şerê 2013-2014 û 2015’an de bi roleke pêşeng rabû. Kedeke bêhempa ya hevrê Sarya di şoreşa Rojava de çêbû. Li hemberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê, sekna jina Kurd li hemberî dijmin çawa ye, bi berxwedana xwe nîşan da. Bi vê sekna xwe bû mînaka wêrekî, fedekarî, hêvî û serkeftinê.

'HEVRÊYA ME HÎVDA XWEDÎ LÊGERÎN Û ARMANCÊN MEZIN BÛ'

Hevrêya me Hîvda pîrosî, ev demek bû cihê xwe di tekoşîna azadiyê de digirt. Hevrêyeke me ya ciwan bû. Heval Hîvda, di temenê xwe yê ciwan de pergala kapîtalîst ya bi her awayî êrîşî fikir, beden û rihê ciwanan dike red kir û berê xwe da şoreşa gelan. Xwedî lêgerîn û armancên mezin bû. Di jiyanê de ji bo layîqî hevrêtiyê bibe kedeke mezin di ber jiyan û hevalên xwe de da. Her tim bi coş û kelecan bû. Bi rihê xwe yê ciwan reng dida jiyanê. Heval Hîvda ev demek bû ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê tedewî didît. Lê ji ber rewşa xwe ya giran şehîd bû.

Ji ber şert û mercên şerê em tê de bûn me nekarî em şehadeta hevrêya xwe Sarya eşkere bikin, ji bo vê em ji malbat û gelê xwe lêborîn dixwazin. Heval Hîvda ji ber nexweşiyekê canê xwe ji dest da û şehîd bû. Bêguman em xemgîniya xwe parve dikin û ji malbata her du hevrêyên hêja re careke din sersaxî dixwazin û dibêjin şehîd namirin. Li ser vê bingehê em soz û biryardariya ku me daye hevrêyên xwe yên şehîd dubare dikin. Ji bo em hêviyên şehîd Sarya, Hîvda û tevahî şehîdan bînin cih, em ê tekoşîna xwe bidomînin. ''

Agahiyên nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Hîvda Pirosî

Navê Rast û Paşnav: Rojbîn Akdogan

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûne: 0.0.1998/ŞIRNEX

Navê Dayik: Sarya

Navê Bav: Hazim

Cih û Dîroka Şehadetê: 6-6-2019 HESEKÊ

 

Nasnav: Sarya Dersim

Navê Rast û Paşnav: Songul Doguç

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûne: 0.0.1981 AMED

Navê Dayik: Meyza

Navê Bav: Feyzî

Cih û Dîroka Şehadetê: 22.1.2015 / HESEKE