Fermandariya Biryargeha NPG: Em ê bi serketinê tacîdar bikin

Fermandariya Biryargeha NPG: Em ê bi serketinê tacîdar bikin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel 36. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em salvegera damezrandina fermî ya partiya me Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku Rêber Apo û komek hevalên wî bi derfetên gelekî kêm û federkariyên mezin di Newroza 1973'an de bingeha wê danîn, di serî de li Rêber Apo yê bi keda xwe ya mezin partiya me afirand û di gihandina roja îro de hewldanên bêhempa nîşan da, li hemû rêhevalên xwe yên partiyê, gelê Kurdistanê yê welatparêz û tevahiya mirovahiya alîgirê azadî û demokrasiyê, pîroz dikin."

TACÎDARKIRINA BI SERKETINÊ, DEYNÊ ME YE

Di daxuyaniya NPG'ê de hat gotin, "Fêmkirina rastiya PKK'ê ku partiyeke şehîdan e, bêguman bi fêmkirina rastiya şehîdan dibe. Ji Hakî, Mazlûm, Kemal û Xeyriyan heta Egîd, Zîlan, Erdal, Şîlan, Viyan, Adil, Nûda, Rustem, Xebat, Mehmet, Rojîn, Huseyîn, Kerîm, Reşît, Sara, Arîn, Gelhat û Dilşêran em hemû şehîdên xwe yên giran buha ku ji dema destpêkê heta niha bi xwîna xwe doza azadiyê ya Kurdistanê şîn kirine, bi rêzdariyeke mezin, mînetdarî û şukranê bibîr tînin. Serxistina doza azadiyê ya şehîdên me yên ezîz ji me re hiştine, serxistina têkoşîna azadiyê ya gelê me, welatê me û hemû gelên bindest, ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin, deynê di stuyê me de ye."

SÎSTEMEKE NÛ AFIRAND

Berxwedan PKK'ê ya bi têkoşîna bênavbera a 36 salan û bi keda gelekî mezin hat hûnandin, gelê Kurd ê ji aliyê mêtîngeran ve tine hat hesibandin ji nû ve derxist ser dika dîrokê, rêya hebûn û jiyanê lê vekir û bi saya vê berxwedanê gelê Kurd veguherî aktorê herî girîng ê li Rojhilata Navîn.". Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelekî ku hat lal, ker û korkirin û koledarî dijiya, bi PKK'ê re bû xwedî îdîaya hebûnê, ji aliyê zîhnî ve ronî bû û bû xwedî exlaq, moral û vîna serketinê. Vê yekê bi tena serê xwe rê li ber şoreşeke civakî vekiriye. Gelê Kurdistanê yê li dora berxwedan û xeta PKK'ê civiya, bûye xwedî hişmendî, daxwaz û cesareta têkoşînê. Bi jin, ciwan, kal û pîrên xwe re tevahiya gelê Kurd bi vê têkoşîna bênavber re bû yek; bi yekbûyînê re cewhera xwe nas kir, bi naskirina cewhera xwe re bêtir xwe li PKK'ê girtiye. Îro gelê me bi gavên ji xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşe. Li Rojava, serketina li ser bingeha xeta sêyemîn a ku xeta biratî, demokrasî û azadiya gelên herêmê ye, nîşaneya berçav a vê yekê ye. Diyare ku PKK rêxistinbûyîneke klasîk derbas kiriye û bi sekina jiyanê felsef û ruhê li gorî cewhera xwe ya îdeolojîk, bûye hêzeke pêşeng a sîstemek afirandiye."

PKK NÛNERÊ NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE

Fermandariya Biryargehê da xuyakirin ku her sala dîroka PKK'ê, ji berxwedanên destanî re şahidî kiriye û got, "Ev salên têkoşînê ku her yek jê dijwar û zehmet bûn, şoreş bi têkoşîneke fedekarî û birdarî li xaka Kurdistanê û erdnîgariya Rojhilata Navîn meyandiye û destanên rizgariya gelê Kurdistanê hatiye nivîsandin. PKK a ku bi vîna xwe ya cewherî û bêguman bi desteka bêhempa ya gelê me hat heta roja îro, weke parêzvanê qewîn ê edalet, demokrasî û azadiyê, bûye nûnerê rastî yê nirxên mirovahiyê. Li dijî faşîzma DAIŞ'ê jî ku nuqteya dawî ya paşverûtiya cîhanê îfade dike, bi pêşengiya PKK'ê têkoşîneke gelekî girîng tê meşandin. Di têkoşîna îro ya li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê ya li hemberî faşîzma DAIŞ'ê de PKK rola pêşeng dilîze, di serî de Kobanê li gelek herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê têkoşîna PKK'ê ji hêzên berxwedêr re bûye çavkaniya îlhamê."

'JI HER DEMÊ BÊTIR EM XURT IN'

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi van gotinan bi dawî bû: "Weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, bi bawerî û biryardariya ku xeta serketinê ya PKK temsîl dike a bi pêşengiya Rêber Apo, bi serketinê tacîdar bikin, em ji her demê bêtir xurt in. Derfetên serketina têkoşîna azadiyê bi pêşengiya PKK'ê, îro ji her demê bêhtir in. Li ser vê bingehê, divê em sala 37'an bi xwegirtina li dora Rêber Apo û azadiya gelê xwe, pêşwazî bikin. Weke kadroyên têkoşîneke xwedî tecrûbe û ezmûnên muezem, bi tempoya serketin û xebateke ji her demê zêdetir, divê em pratîkek hêjayî wezîfeyên me yên dîrokî nîşan bidin. Di sala 37. de di rêya pêkanîna armancên PKK'ê de weke her yek ji nefeerên azadiyê em diyar dikin ku em ê bi hemû hêza xwe wezîfeyên xwe yên demê bicih bînin, di meşa bi heybet a serketinê ya dîrokê de, em careke din salvegera damezrandina partiya xwe li tevahiya gelê xwe, dostên xwe û hemû rêhevalên xwe yên berxwedêr pîroz dikin."