Fermandarê YPG’ê yê Helebê: Rejîmê her tişt ceriband lê bi ser neket

Fermandarê Giştî yê YPG’ê yê Helebê Rêzan Rojhat, ji bo êrîşên hefteya buhrî yên rejîma Sûriyeyê pêk anîn got: “Rejîmê di nava du salan de her tiştên ku dikarî bike, kir. Lê encam negirt.”

Fermandarê Giştî yê YPG’ê yê Helebê Rêzan Rojhat, ji bo êrîşên hefteya buhrî yên rejîma Sûriyeyê pêk anîn got: “Rejîmê di nava du salan de her tiştên ku dikarî bike, kir. Lê encam negirt.” Rojhat da zanîn ku taxên Kurdan ên li Helebê ji bo gel bûne cihên herî bi ewle û wiha berdewam kir: “Li vir jiyan hat avakirin. Yên berê neçar man koçî Tirkiyeyê û Iraqê bikin dest bi vegerê kirin. Em banga vegerê li kesên neçar man li cihên din bijîn, dikin ku vegerin ser xaka xwe.”

Fermandarê Giştî yê YPG’ê yê Helebê Rêzan Rojhat pirsên me bersivandin.

Agahiya yekem a Rojhat da ev e ku; êrîşên rejîma Sûriyeyê ev du sal in bê navber didomin.

Fermandarê YPG’ê got: “Bi hawan û balafiran êrîş pêk tên. Ji bejayî hewldana wan çêbû. Lê me asteng kir. Em niha hem li dijî hêzên rejîmê û hem jî li dijî hêzên din di pozîsyona eniyê de ne.”

Rojhat bal kişand ser êrîşên hewayî yên rejîmê ku 2’yê Sibatê pêk hatin û der barê êrîşan de ev agahî dan: “Berê jî êrîş hebûn. Roja beriya 2’ê Sibatê li nuqteyên me yên leşkerî xistin. Rejîmê berê bi hawanan li cihên ku sivîl diman xistin.  Di van êrîşan de zaroka keç a 11 salî hat kuştin. Ji bejahî nekarin tiştek bikin. Zêdetir ji hewayî ve êrîş dikin.”

ÇETE LI DIJÎ ME TÊN SORKIRIN

Rêzan Rojhat got ku rêbazeke din a rejîm bikar tîne ev e; çeteyan li dijî taxên Kurd sor dikin.

Rojhat di vê mijarê de vê nirxandinê dike: “Di çarçoveya hewcedariya şoreşê de dem bi dem bi muxalefetê re zemîna diyalogê ava dibe. Di rastiyê de YPG-YPJ’ê hebûna xwe li vir îspat kir. Ji ber vê jî wek berê rewşa neqebûlkirinê tine. Lê hesabên rejîmê cuda ne. Carinan hinek komên çeteyan li dijî me sor dikin. Girêdayî vê çete êrîşî herêmên Kurdan dikin. Li holê ye ku dixwazin di navbera pozîsyona me û muxalefetê de nakokiyê ava bikin.”

Rojhat bal kişand ser êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ku sivîlan hedef digirin û got: “Rejîmê di nava du salan de tiştên ku dikarî bike kir. Lê encam negirt. Ev hêzeke ku me bide zorê nîne. Êrîşên hewayî her tim hene. Hedefa rejîmê ev e ku gelê sivîl hedef bigire. Zêde li nuqteyên leşkerî naxe. Dixwazin gel li dijî me sor bikin, li cihên sivîl dixin.”

DI NAVBERA REJÎM Û ENIYA ŞAMÊ DE ŞER DIJWAR E

Li Helebê di dawiya meha Kanûnê de rejîm bi hêzên muxalîf re hate cem hev û Eniya Şamiyan ava kir.

Rojhat destnîşan kir ku di navbera vê eniyê û rejîma Sûriyeyê de pevçûn dijwar bûn û got: “Rejîmê hewl da di yek xetê de bimeşe. Di hinek nuqteyan de pêşde çû. Lê Eniya Şamiyan, pêşveçûna rejîmê rawestand. Rejîmê cihên ku berê girtibû şûnde girt.”

LI HRLEBÊ CIHÊN HERÎ BI EWLE TAXÊN KURDAN E

Fermandarê YPG’ê Rêzan Rojhat  der barê rewşa taxên Kurdan ên li Helebê de agahî da. Li gorî vê li taxên Kurdan herî zêde sivîl dijîn. Li van taxan nêzî 100 hezar mirov dijîn.

Ji van ji sedî 60, ji kesên ku ji ber şer ji cihên cuda yên ji derveyî Helebê hatine pêk tên.

Rojhat rewşa Helebê wiha vegot: “Li Helebê ji bilî taxên Kurdan li herêmên din hêzên leşkerî hene, gelê sivîl zêde tine. Cihên ku gelê sivîl lê stîrine cihên YPG-YPJ diparêz in.”

HERÊMA EM LÊ NE, HERÊMA MÎNAK E

Rojhat bi lêv kir ku ev du sal e taxên Kurdan ên Helebê ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve tên parastin û got: “Ev du sal e çete û rejîm êrîş dikin. Li dijî êrîşan berxwedanên bi hêz pêk hatin. Vê ruhê berxwedanê sempatî û baweriya gelan qezenc kir.”

EM DIPÊN KU GELÊ ME VEGERE HELEBÊ

Rezan Rojhat axaftina xwe wiha berdewam kir: “Sekneke me ya ku baweriyê dide gelan heye. Li taxên ku me parastin girtiye ser xwe nêzî 100 hezar mirov hene. Ji van ji sedî 60 gelê sivîl ên ji cihên cuda hatine vir.  Ev gel tevlî parastinê dibin. Mînak di bin banê YPG’ê de tabura Ereb heye. Xiristiyan di hêza asayîşê de cih digirin. Ji ber ku rewşa niha ne wek ya du sal berê ye. Gel îqna bûn û bi me bawer in. Dema DAIŞ’ê  êrîşî gundên Kobanê kir, gelek kes ji wir hatin. Em dipên ku gelê me yê çûye Tirkiyeyê vegerin ser xaka xwe. Li taxên Kurdan ên Helebê şert û mercên jiyanê hene. Hewcedariya wan tê dîtin. Bêguman pirsgirêk hene. Mînak betalî. Lê me der barê vê de bi projeyan gav avêt. Herêma em lê ne herêmek bi ewle ye.”