Fermandar Rojîn ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Fermandar Rojîn ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Fermandar Rojîn ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA STAR Sureyya Aslan (Rojîn Gevda) ku di 2012’an de li Geverê ku di operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve a di êrîşa hewayî de jiyana xwe jid est dan li Goristana Mehmet Goyî ya Feraşînê hat oxirkirin.
Rojîn Gevda ku di 4’ê Cotmeha 2012’an de li qada Gerliyê Dostkî di êrîşeke hewayî ya artêşa tirk de bi du hevalên xwe re şehîd ket, bi tevlibûna hezaran kesî hat definkirin.
CENAZEYA GEVDA JINAN RAKIR
Di 1’ê cotmehê de cenazaya Gevda bi cenazaya gerîlayên HPG’ê Halîl Aktar (Firaz Eylo) re li Geverê teslîmê gel kirin. Cenazeya Gevda ji bo otopisiyê şandin Meletiyê û duh di saetên sibê de li navçeya Gevaş a Wanê bi girseyî berbi Feraşînê derxistin rê. Cenaze bi konvoyê û bi dirûşmeyan, li ser milê jinan birin goristana Mehmet Goyî.
Alên PKK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wenêyên Rojîn Gevda hatin hildan. Malbata Gevda siniyên henê jî hildan.
RIYA TE VEKIRÎBE HEVAL ROJÎN
Aslan ji aliyê jinan ve hate definkirin, li ser gorê kuran hat xwendin û dua hat kirin. Her wiha deqeyek rêz hat girtin û piştî vê hevsroka BDP’a Wanê Fîgen Yaşar axivî û malbata Gevda û gelê kurd re sersaxî xwest. Yaşar wiha got: “Hevala Rojîn 22 sal berê berê xwe da çiyan û têkoşîneke bêhempa da meşandin. Hevala Rojîn encama êrîşeke xayîn de şehîd ket. Riya te vekirîbe hevala Rojîn! Bila çavê du nemîne. Bi hezaran jinên kurd yên ku çeka te li erdê nehêln hene. Bila tu vê bizanî ku em jinên kurd yên bidest dê cihê tije bikin.
HETA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE
Parlamenterê Wanê Nazmî Gur jî axivî û malbat û gelê kurd re sersxî xwest.gur wiha got: “Hevala Rojîn ji bo gelê kurd canê xwe feda kir. Me wek gelê kurd, ji bo Kurdistanê şehîd dan. Axa Kurdistanê bi bedelên mezin azad bû. Parçeyên Kurdistanê yek bi yek azad dibe. Ji bo azadiyê divê gelê kurd di nava yekitiyê de be. Birêz Ocalan dibêje heta jin Azad nebe, civak azad nabe. Hevala Rojîn jî bo azadiyê bi salan têkoşiya.
ROJÎNÊ SOZ DA MAZLUM Û EGÎDAN
Kurê mamê Rojîn Gevda, Îhsan Aslan jî axivî û got: “Rojînê soz da Egît û Mazluman û tevli gerîla bû. 22 salan têkoşîn meşand û di êrîşeke xayîn de jiyana xwe ji dest da. Bila serê gelê kurd saxbe.”
Merasîma cenazê bi axaftinan û dirûşmeyan dawî bû.