Fermandar ‘Apê Hus’ Kadîr Çelîk li Ludwigshafen hat bîranîn
Fermandar ‘Apê Hus’ Kadîr Çelîk li Ludwigshafen hat bîranîn
Fermandar ‘Apê Hus’ Kadîr Çelîk li Ludwigshafen hat bîranîn
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) sala borî li çiyayê Kato Jîrka yê girêdayî Bêşebab a Şirnexê pêl mayîna kiribû û jiyana xwe ji dest dabû li bajarê Ludwigshafen ê Elmanya hat bîranîn. Merasîma bîranînê ya li Komeleya Çand a Ludwigshafen ji aliyê Xizmên Çelîk ên li Ewropa dijîn hat organîzekirin. Di bîranîna bi rêzgirtinê destpê kir de paşê ji aliyê Meleyê Mizgefta Îbrahîm Xelîl Mele Ebdulqadîr ve mewlûd hat xwendîn.
Mele Ebdulqadîr di axaftına xwe ya piştî mewlûdê de got, “Dıvê em layiqî şehîdên xwe bin. Şehîdên me ji bo me şer kirin. Dijminên me destpêkê em ji xaka me qutkirin û paşê xwestin bi qetlîaman me tune bikin. Rêberê me Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin da destpêkirin û polîtîkaya wan vala derxist. Me di têkoşînê de gelek şehîd dan. Em ê li şehîdên xwe xwedî derkevin”
Piştî axaftinan Mele Ebdulqadir, Mele Mihemed Elî jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku derbarê jiyan, berxwedan û fedakariya şehîdan de axaftin zehmet e û wiha berdewam kir: “Divê em layiqî wan bin û wan di dilê xwe de bidin jiyandin.”
Yek ji xizmên Kadîr Çelîk,Gokhan jî kesên beşdarî merasîmê bûne spas kir û ji nirxandineke Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a “PKK partiya şehîdan e” mînak da û got, “Çawa kulîlkek bi avê dijî PKK jî bi xwîna şehîdan dijî.”
Piştî axaftinan sînevîzyoneke derbarê jiyana Huseyîn Mahîr ku hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin.