Ferît Şenyaşar ji bo parlementeriyê serî li HDP’ê da

Ferît Şenyaşar ê ku ji bo malbata xwe dest bi nobeta edaletê kiribû, ji bo parlementeriyê serî li HDP’ê da.

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 730’an de berdewam dike. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê li Meclisê bidomîne, xwest ku Ferît Şenyaşar bibe bernamzet. Hat zanîn ku Şenyaşar pêşniyara HDP’ê erênî pêşwazî kir. Li ser vê yekê Şenyaşar hat Rêxistina HDP’a Rihayê û ji bo bernamzetiyê dosyaya xwe radest kir.