BI DÎMEN

Li Swîsreyê di çalakiya greva jinan de dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda

Li Swîsreyê bi sed hezaran jin bi dirûşmeya ‘Ger em rawestin, wê jiyan raweste’ daketin kolanan. Jinên Kurd di çalakiyan de bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û alên xwe sekna xwe ya siyasî nîşan dan.

Çalakiya Greva Jinan (Feministischer Streik) li 25 bajarên Swîsreyê bi awayekî hemwext pêk hat. Çalakî îsal bi tevlîbûneke mezin a jinan li dijî baviksalarî, kedxwariya kapîtalîst, nîjadperestiyê û şîdeta mêr-dewletê veguherî serhildaneke xurt.

JIN LI BERNÊ LI BER MECLÎSÊ DAXWAZA EDALETÊ KIRIN

Bi deh hezaran jin li Qada Schutzenmatte ya li paytexta Bernê kom bûn. Jinan li pişt pankarta "Berxwedana Yekgirtî" meşiyan û li ber Mecîsa Federal bal kişandin ser mûçeyên newekhev, şîdeta li ser bingeha zayendî û keda jinan a nedîtî.

Jinên Kurd jî bi awayekî xurt li qadê bûn. Lorîna ku Şengul Aslan gotî, piştgiriya bi hezaran jinan girt. Di daxuyaniya Meclîsa Jinan a Berjîn Zenda de, bal hat kişandin ser kevneşopiya berxwedanê ya bi hezaran salan a jinên Kurd û hat destnîşankirin ku kevneşopiya têkoşînê heta roja îro bi melodiyên Dengbêjan hatiye meşandin.

TEVGERA JINÊN KURD: BANGA BERFIREHKIRINA TÊKOŞÎNÊ KIR

Di daxuyaniya Tevgerên Jinên Kurd de, hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinan e. Hate diyarkirin ku li dijî şer û faşîzmê berxwedan didome û hate gotin ku Şoreşa Rojava alternatîfek li ser bingeha demokrasiya rasterast, azadiya jinan û ekolojiyê pêşkêş dike.

Her wiha hate destnîşan kirin ku pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve tê birêvebirin derfetek ji bo aştiyê pêşkêş dike û paradîgmaya Rêya Sêyemîn çareseriyek ji bo krîzên cîhanê ye. Hate diyarkirin ku bi xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikare civakek demokratîk were avakirin.

55 HEZAR JIN LI ZURÎHÊ BÛN YEK DENG

55 hezar jin beşdarî meşa li Zurîhê bûn. Jinên Kurd bi şalên xwe yên binefşî û pankartên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" bal kişandin. Di çalakiya li vir de daxwazên wekheviya mûçeyan, ne-tundûtûjî û naskirina karê lênêrînê derketin pêş. Ji bo jinên koçber, dayik û astengdaran blokên cuda hatin avakirin.

LI LOZANÊ DIRÛŞME JI BO ROJAVA Û ÎRANÊ HATIN BERZKIRIN

Li Lozanê ji ber lîstikên Olîmpiyatê meş pêk nehat lê platformên siyasî hatin avakirin. Meclîsa Jinan a Lajîn û YJK-S dorpêça li Rojava, gefên darvekirinê yên li Îranê û berxwedana jinên Kurd anîn ziman. Tanya Amed, têkoşîna azadiya jinan wekî xetek şoreşgerî li dijî pergalê pênase kir.

BASEL

Zêdetirî 5 hezar jin beşdarî meşa li Baselê bûn. Pankartên bi nivîsa "Femînîzm siyasî ye", "Ne ku keda me nayê dîtin" û "Karê lênêrînê şoreşek e" hatin hilgirtin. Peyamên jinên koçber banga hevgirtina navneteweyî kirin.

BIEL

Jin li Stasyona Trenê ya Navendî ya Bielê kom bûn û peyamên xurt ji bo grevê dan. Endamên Komuna Jinan a Arîn Mîrkan a Bielê bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" li qadê bûn. Pêşandana folklorê ya komunayê rastî eleqeyek mezin hat.