FEKAR: Kurdên li Swîsreyê dive biçin Parîsê

FEKAR: Kurdên li Swîsreyê dive biçin Parîsê

Federasyona Komeleyên Kurd li Swîsreyê (FEKAR) derbarê qetilkirina kadroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyaniyek da û bang li hemû Kurdên li Swîsreyê dijîn kirk u biçin Parîsê.

Şevê din li Parîsa paytexta Franseyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin. Federasyona Komeleyên Kurd ên Swîsreyê (FEKAR) derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û sersaxiyê ji gelê Kurd re xwest û bang li gelê Kurd ê li Swîsreyê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşê li Parîsê kom bibin.