Federasyona Elewiyên Demokratîk 5. Kongreya xwe lidar dixe
Federasyona Elewiyên Demokratîk 5. Kongreya xwe lidar dixe
Federasyona Elewiyên Demokratîk 5. Kongreya xwe lidar dixe
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) 5. Kongreya xwe ya Asayî di navbera 11-12'ê Gulanê de li dar dixe.
Ji bo kongreya ku wê li bajarê Elmanya Gelsenkirchen'ê bê lidarxistin, ev sê mehin amadekarî tên kirn.
Ji welatên Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Holanda, Awûstûrya, Îngilîsta, Swêd û Danîmarkayê 25 delegeyê beşdarî kongreyê bibin û tê payîn biryarên girîng jê derkevin.
Rûniştina destpêkê ya kongreyê, wê vekirî pêk were û wê KNK, YEK-KOM, Federasyona Komeleyên Êzidiyan, Tevgera Îslamî, Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê, Civaka Azad, Malbatên Şehîdan, Konseya Ermeniyan a li Elmanya, Komeleya Kurmeşli yî, Komeleya Pilumurî, Komeleya Karerlî yî, Federasyona Asûrî yên Elmanya û Ewrûpa Navîn, Însiyatîfa li dijî danîna Fuzeyan a li Kurecîkê, wê rêveberên gelek sazî û dezgehan weke mêvan amade bin.
Beriya kongreyê, li hemû bajarên Elewî lê dijîn civînên gel hatin lidarxistin û di van civînan de delege hatin hilbijartin.
FEDA, vê kongreyê weke kongreya jinûve avabûnê dibîne.
Di vê kongreyê de, li gel xebatên rêxistinbûyîna FEDA, her weha pêvajoya çareseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî, wê bi dorfirehî were nirxandin û cihgirtina Elewiyan a li vê pêvajoyê bê destnîşankirin.
Kongre, wê di 11-12'ê Gulanê de li navnîşana Haus Heege Heegestrasse 10, 45897 Gelsenkirchen'ê bê lidarxistin.