FEDA’yê qurbaniyên Komkujiya Gaziyê bi bîr anî

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Komkujiya Gaziyê ya 12’ê Adara 1995’an, daxuyaniyek nivîskî weşand. FEDA’yê bal kişand ser hilbijartinên ku nêz dibin û bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dora DEM Partiyê bicivin.

FEDA’yê daxuyaniyek nivîskî da û bi bîr xist ku beriya 26 salan di komkujiya li Taxa Gazî ya Stenbolê qewimî de, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. FEDA’yê got: “Komkujiya Gaziyê, yek ji hezar operasyonên Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar e ku li xwe mikur hat wî pêk aniye.”

FEDA’yê diyar kir ku dewleta Tirk bi vê komkujiyê car din nîşan da ku dijminahiya xwe ya dîrokî ya li hemberî Elewiyan bi dawî nekiriye û got: “Tevî hemû komkujî û qirkirinên dewleta Tirk gelê Kurd teslîm nabe. Di serî de gelê Kurd em bawer dikin ku Elewî û hêzên din ên demorasiyê wê hesabê van sûcan bipirsin.”

FEDA’yê bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên nêz dibin jî û ev tişt anî ziman: “Weke hêzên demokrasiyê divê em têkoşîna hesab pirsînê ya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê veguherînin serketineke girîng.

Yekane partiya ku pêşî li vê şerê qirêj bigire, DEM Partî ye. Em difikirin ku di vê hilbijartinê deng dayîna DEM Partiyê wezîfeya demê ya her Elewiyekê ye. Ji bo hesab ji komkujiya Gaziyê bê pirsîn, divê em li dora hêzên demokrasiyê bicivin.”