FEDA'yê li dijî zilmê banga têkoşîna hevpar kir

FEDA'yê bal kişande ser qirkeriya siyasî û komkujiyên AKP-MHP'ê û got, ''Di pêla qirkirinê de Elewî jî di hedefê de ne'' û bangl i rewşenbîr, demokrat, şoreşgeran kir ku têkoşîneke hevpar bidin.

Federasyoan Elewiyên Demokratîk (FEDA) têkilî êrîşên desthilata  AKP-MHP'ê daxuyaniyeke niviskî da.

FEDA'yê ji wekîltiyê xistina wekîlên HDP'ê Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û wekîlê CHP'ê bi bîr xist û got, ''pêleke rehîngirtinê hatiye destpêkirin.''

FEDA'yê her wiha girtina nûnerê FEDA'yê yê Semsûrê Celal Demîr bi bîr xist û got, ''Ev nîşan dide ku pêla qirkirina siyasî pêla qirkirinê xwe di ser Elewiyan re naqevezê.''

FEDA'yê got, ''Li Zîlan, Koçgirî, Dersim, Meraş, Çorûm, Gazî, Sêwas, Pirsûs, Enqerê dadmengî xwestibe, ji bo Dayika Taybet ku cenazeyê wê bi rojan li kuçeyan hate hiştin, ji bo bêtawanên ku li Sûrê, li Nisêbînê, Cizîrê hatine qetilkirin jî em dadmendiyê dixwazin.  Dema ku Helfetî ya bi hezaran salan hatî tinekirin me çawa dadmendî xwestibe, ji bo Çiyayên Qazê, daristanên Behra Reş, Geliyê Munzur, Gozeler, Elbîstan, Deşta Pazarcixê jî em dadmendiyê dixazin.

Çawa ku ji bo bi hezaran rêwîtiyên heqîqetê ku li zindanan rehîn têne girtin em dadmendiyê dixwazin, ji bo dayika ku cenazeyê kurê wê bi rêya postê şandine jî, ji bo kurê ku cenazeyê wî ji cemxaneyê hatiye revandin jî em dadmendiyê dixwazin.''

FEDA'yê herî dawî bang li Elewî, sazî û dezgehan, rewşenbîr, demokrat, şoreşgeran kir ku li ser xeta têkoşîna hevpar werin cem hev, ji bo ku ku bibin dengê pêvajoya ku li Ewropayê û Tirkiyê dest pê kirî, ji bo ku bi hev re li dijî zilmê rawestin, divê bi hev re ji bo her kesî dadmendiyê bixwazin.