FEDA: Em piştgiriyê didin meşa saziyên Elewî

FEDA: Em piştgiriyê didin meşa saziyên Elewî

FEDA têkildarî meşa Elewiyan a ji15 cihên pîroz ber bi Enqereyê dane destpêkirin daxuyanî da got, “Em bawer in hemû saziyên Elewiyan û tevgera Kurd a demokratîk bi pêngava têkoşîna demokratîk bi vê berpirsiyariyê ku tevdigerin wê gelên me û tevayî baweriyên bindest mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.”

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ya daxuyaniyeke nivîskî weşand meşa Elewiyan a ji 15 cihên pîroz ber bi Enqereyê ve silav kir. FEDA destnîşan kir ku piştgiriyê didin meşa saziyên Elewiyan û polîtîka Tirkkirin û Îslamkirinê ya 90 salan a Komara Tirkiyeyê didome.

FEDA, got ku Elewî ji bo ji polîtîkayên perwerde û asîmîlasyonê yên dewletê re bêjin bes e, daketine qadan, bi meşa ji 15 dergeh û ocaxên pîroz ên Elewiyan hatiye destpêkirin ji Enqereyê re dibêjin, êdî bes e.

FEDA di dewama daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku di van şert û mercên ku pêvajoya çareseriyê tên nîqaşkirin de li hember mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, polîtîkaya mijûlkirinê ya dewleta Tirk didome, morkirina dibistanên ku gelê Kurd bi derfetên xwe vekirine jî nîşan dide ku AKP di polîtîkaya Tirk-Îslam de hê jî israr dike.

FEDA got, “Rakirina astengiyên polîtîk û qanûnê yên li hember mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê ku civaka Elewî fêrî baweriya xwe bibe li pêşiya me disekine.”

Em bawer in hemû saziyên Elewiyan û tevgera Kurd a demokratîk bi pêngava têkoşîna demokratîk bi vê berpirsiyariyê ku tevdigerin wê gelên me û tevayî baweriyên bindest mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.” Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek saziyên Elewiyan ên Ewropa, piştgiriyê bidin tevayî çalakî û aktîviyên di vê pêvajoyê de.

Hat destnîşankirin ku ji bo zextên li hember mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, baweriya Elewiyan bê rakirin û ji bo pergaleke perwerdeyê ya demokratîk wê têkoşîn bê meşandin.