Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên vê sibehê li dijî KCD'ê hatin kirin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku desthilatdariyê beriya çend rojan ragihand ku di mijara aborî, hiqûq û demokrasiyê de wê li welêt reform bên kirin û hate gotin, "Piştî demeke kurt ev operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Operasyonên qirkirina siyasî nîşan didin ku desthilatdarî di zîhniyeta tekperest, nijadperest û faşîzan de israr dike. Xwestiye ji me re bêje ku belasebep bi hêvî nebin."
FEDA'yê destnîşan kir ku ya divê bê kirin kombûna ji bo maf, edalet, demokrasî û jiyana aştiyane ye, têkoşîna di vê oxirê de ye û wiha dewam kir, "Eger niha nebe wê kengî bibe? Ji bo demokrasiya rasteqîn, gelên xwe, baweriya xwe divê em bikevin nava liv û tevgerê."