FEDA: Bila nîşankirina malên li Semsurê bê ronîkirin
FEDA: Bila nîşankirina malên li Semsurê bê ronîkirin
FEDA: Bila nîşankirina malên li Semsurê bê ronîkirin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk-FEDA diyar kir ku nîşankirina malên elewiyan li Semsurê bila demildest bê ronîkirin.
FEDA’yê der barê nîşankirina malên Elewiyan a li Semsurê daxuyaniyek da ûdiyar kir ku faliyetên çewisandinê li Semsuê ev saleke didome.
FEDA’yê da zanîn ku çeteyên li Rojava li dijî kurdan didin şer kirin li herêmê jî li dijî Elewiyan îhtîmala ku têkin nava êriş û provakasyonan heye, her wiha êrîş beriya hilbijartinên herêmî pêk tên.
Daxuyaniyê wiha got: “Hilbijartin nêz dibe û ji ber ku Elewî piştgiriyê didin namzetên BDP’ê newekheviya li dijî Elewî-Sunniyan kurtir dikin û AKP û CHP hewl dide pêşî li vê bigire.
FEDA’yê ev êrîşên çewisandinê şermezar kir û got divê AKP demildes bûyerê ronî bike.