FEDA: Êrişa li Viyanayê encama polîtîkayên Tirkiyeyê ye

FEDA'yê ragihand, ku êrişa terorê ya li Viyanayê encama polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku dijminatiyê sor dike.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ser êrişên terorê yên li 6 nuqteyên cuda yên li paytexta Awûstûrya Viyanayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Zîhniyeta zayendîperest, olperest û neteweperest a sîstema dewletparêz hîn jî dibe sedema mirina mirovan. Li Viyanayê di êrişên hevdemî de ku li cihên cuda pêk hat, çar kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn."

'DESTHILATDARIYA TIRK DIJMINATIYÊ LI EWROPAYÊ SOR DIKE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku xwediyên dewlet û desthilatdariyê bi tirs, gef û terorê dixwazin îradeya civakan bişikînin û desthilatdariya xwe bidomînin û hate gotin, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi sorkirina kîn û nefretê ya li dijî baweriyan, komkujiyan li mirovên sivîl û bêguneh dikin. Şefê faşîst ku qîma xwe bi şerê qirêj ê li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîkayê, Kafkasya Jêrîn û Kurdistanê nîne, cîhadîstên xwe yên paramîlîter bi ser gelên Ewropayê ve dibe, dijminatiyê sor dike û di navbera ol û çandan de dibe sedema şer. Em van êrişên hovane û barbar şermezar dikin. Ji bo gelên Awûstûryayê û baweriyan, ji bo Awûstûryayê derbasî be."

Di daxuyaniya FEDA'yê de ev bang hate kirin: "Eger li dijî êrişên hovane û barbar em nebin yek wê travmayên girantir rû bidin. Li dijî olperestî, nijadperestî û zîhniyeta mêr, dem ew dem e ku hevgirtina gel û baweriyane."