FED MED: Em 23'ê Adarê li Frankfurtê derbê li faşîzmê bixin

Federasyona NRW a FED MED'ê diyar kir, "23'ê Adarê em li Frankfurtê li hev bicivin."

Federasyona NRW a FED MED'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Frankfurtê bang kir.

Di daxuyaniyê de Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kir hate bîranîn û li dijî faşîzm û tecrîdê banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

FED MED'ê grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven didomin silav kir û diyar kir, "Ji bo derba dawî li faşîzmê bixin em bang li gelê xwe, şoreşger û demokratan dikin ku 23'ê Adarê li Frankfurtê tevlî pîrozbahiya navendî ya Newrozê bibin."