FCK-BW-BAYERN’ê nerazî nîşanî zextên li girtîgeha Stammheîmê da

Federasyona FCK-BW-BAYERN’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafên girtiyen Kurd ên di girtîgeha Stammheîmê da û diyar kir ku ev binpêkirin wekî yên dema Naziyan e.

Federasyona FCK-BW-BAYERN’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û zextên li ser girtiyên Kurd ên li girtîgeha Stammheîm a li Stûttgartê protesto kir.

FCK-BW-BAYERN’ê got ku, “Elmanyê gelek trajedî û travmayên mezin derbas kiriye. Di dema dîktatoriya faşîst a Hîtler de, civaka Yahûdî te de, gelek gel hatine qirkirin. Serdema Hîtler di dîroka Elmanyayê de deqeke reş e. Di serî de Wîllî Brand di demên cihê de gelek Serokwezîrên Elmanyayê li pêşiya Bîrdariya Qirkirinê ya li Polonyayê çok danîne erdê û ji ber sûcê mirovatiyê lêborîna xwe xwestine.

Li ser civaka Kurd a ku ji salên 1993’an û vir ve li Elmanyayê dijîn û hejmara wan ji milyonekê derbas kiriye, zext û pêkutî hene. Em van zext û pêkutiyên li dijî mafên mirovan ên gerdûnî protesto dikin.

Mînaka dawîn a van helwestên neyînî li ser siyasetmedarên Kurd ên li Girtîgeha Stammhemî hate dîtin. Ligel ku nexweş e û randewûya wî bi bijîşk re heye, Veysel S. destê wî hatiye kelepçekirin, lingê wî xistine qeydê û bi ser de ji pêyên wî jortir bi kembereke taybet hatiye pêçandin , nehiştine li ba wî wergêr hebin û tevî gelek polîsan ew birine ser bijîşk. Veysel S. bêyî ku tiştek jê re were gotin û were tedawîkirin ew dîsa vegerandine girtîgehê.

Em bang li dewleta Elmanyayê dikin, bi sedan sal in gelê Kurd tê qirkirin. Piştgiriyê nedin qirkirina dewleta Tirk. Ev sûcê mirovayetiyê ye û nebin şirîkê vî sûcî. Helwesta we xizmetê ji qirkirina dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd dike. Aşê qirkirinê bi piştgiriya we digere! Em bang li we dikin ku dev ji van zext û binpêkirinan berdin.”