FCDK-KAWA: Em bi şehadeta Kasim Engîn xemgîn bûn
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK-Kawa) diyar kir ku ew ji ber şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn xemgîn bûne û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK-Kawa) diyar kir ku ew ji ber şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn xemgîn bûne û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK-Kawa) ji ber şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:
“Mixabin di nivîsandina jiyana azad de, gelê Kurd gelek êş û zehmetî kişand. Her çi qas meşa me ya azadiyê mezin dibe jî, berdêlên gelekî mezin tên dayin. Her endamên Tevgera Azadiyê bû mînakeke sembola azadiyê. Em ê bi baweriyeke mezin xeyalên wan pêk bînin. Wê her dem di bîra me de bin.
Herî dawîn Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) di êrîşeke hewayî de şehîd bûye. Malbata Nazlikûl di serî de em ji rêhevalên wî û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”