FAZ: Êdî 'Ulkucu'yan qedexe bikin

Ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng (FAZ) bang li rêveberiya Berlînê kir ku hêza paramîlîter a dewleta Tirk 'Ulkucu' qedexe bike.

Faşîstên Tirk ku xwe bi navê Ulkucu yan jî Bozkûrt (Gurên Boz) bi rêxistin dikin û li dijî Kurdan, Ermenan û Yahûdiyan êrişan dikin, ev demeke di rojeva welatên Ewropayê de ne. Ji ber êrişên li dijî Ermenan, Fransayê ev komên nijadperest qedexe kir. Di Mijdarê de li Elmanyayê jî pêşnûme qanûnek a ku Tevgera Ulkucuyan qedexe dike, li Meclîsa Federal hatibû qebûlkirin.

Li gel qebûlkirina vê pêşnûmeyê jî Wezareta Karên Hundir a Elman di qedexekirina vê koma faşîst a Tirk de xwe sist dike. Di serî de Partiya Çep, Partiya Demokratên Azad û Partiya Keskan eniya muxalefetê rexneyên tund li vê yekê dikin. Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Frankfûrter Allgenemîne Zeîtûng (FAZ) nivîseke banga li hikumeta Merkel weşand.

'JINÊN KURD JI ALIYÊ YEKÎ JI ULKUCUYAN VE HATE QETILKIRIN'

Nûçegihanê eyaleta NRW ê rojnameyê Reîner Bûrger nivîs weşand û di gotara xwe de qala metirsiya komên neteweperestên Tirk li ser azadî û demokrasiya li Ewropayê kir. Bûrger xwest ku ev kom bên qedexekirin. Di nivîsa bi sernavê "Êdî qedexe bikin" de qala metirsiya komên rastgiriya tund li ser demokrasiyê hate kirin.

Di nivîsê de xemsariya hikumetê hate rexnekirin û li gel bîrxistina bûyerên tundiyê yên koma Ulkucuyan li Elmanyayê, hate ragihandin ku di sala 1980'î de sendîkavanekî Tirk ji aliyê Ulkucuyan ve hate kuştin.

Di nivîsê de hate ragihandin ku di Çileya 2013'an de yê ku siyasetmedarên jin ên Kurd qetil kir, ji nava koma Ulkucuyan bû û işaret bi pêwendiya van koman bi çeteyên bi navê 'Osmanen Germanîa' hate kirin. Agahiyeke din a ku FAZ'ê bal kişande ser hejmara faşîstên Tirk ên li Elmanyayê ye. Li gorî rojnameyê hejmara Ulkucuyên li Elmanyayê 11 hezar e ku bi vî rengî koma herî mezin a rastgiriya tund a li Elmanyayê ye.

'JI BO QEDEXE BIKE GELEK SEDEMÊN ELMANYAYÊ HENE'

Di nivîsê de hate destnîşankirin ku mîna Fransayê gelek sedemên Elmanyayê jî hene ku vê komê qedexe bike û hate rexnekirin ku li gel daxwaza muxalefetê jî hikumetê di vê mijarê de gavek neavêtiye.