Faşîzm wê bi îradeya berxwedanê bê şikandin

Faşîzma AKP-MHP ya ku Efrîn dagir kiriye, bi ser neketiye. Ev dagirkeriya wan wê teqez bibe serketineke qelp a Pîrus. Bi vê dagirkeriyê dijminahiya li dijî demokrasiyê û Kurdan li tevahiya Rojhilata Navîn belav kirin. 

Di nava statukoya piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn de, gelê Kurd xistine nava pencên qirkirinê. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya bi dehên salan, heta radeyeke bilind ev pencên qirkirinê şikandin. Di wê rewşê de ku hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji hev de dikevin, derfet û fersendên girîng derxistine holê ji bo Kurd xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk. Di Şerê Cihanê yê Sêyemîn de ku hewl tê dayîn pê hevsengî û statukoyên nû bên avakirin, Kurd êdî gihiştine wê astê ku bi hêza xwe ya eskerî û siyasî di statukoyên nû de yên ku wê bên damezrandin, cihê xwe bigirin. Êdî ew rewş derketiye holê ku dewletên netewe yên ku ji bo Kurdan bûne xwedî maneya qirrkirinê li pey bên hiştin, nîzameke siyasî ya Rojhilata Navîn bê avakirin ku Kurd tê de bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Kurdan stratejiya li ser esasê demokratîkkirina welatên herêmê xwe gihandina vê pozîsyonê, da ber xwe.

TC a ku di qirkirina Kurdan de israr dike û dijminê demokrasiyê ye, di jiyana azad û demokratîk a Kurdan de dawiya rejîma xwe ya paşverû û dijminê gelan dîtiye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê vê rewşê weke pirsgirêka man û nemanê îfade dikin. Wan pirsgirêka man û nemanê ya sîstema qirker û dijminê demokrasiyê weke ku pirsgirêka man û nemanê ya Tirkiyeyê be nîşan da. Li ser vî esasî, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hêzên herî dînamîk ên demokrasiyê ne, kirin hedef. Dema ku hikûmeta AKP-MHP´ê bi wê yekê re rûbirû ma ku ji desthilatdariyê bikeve, pirsgirêka man û nemana sîstema qirrker û pirsgirêka man û nemana desthilatdariya xwe kir yek, û dest pê kir li her deverî êrişî gelê Kurd kir. Ji ber vê sedemê, desthilatdariya AKP-MHP´ê li ser dijminatiya Kurdan bi tevahiya şovenîstan re hat cem hev. 

Efrîn weke xeleke herî qels hat dîtin. Bi Rûsyaya ku yek ji hêzên super ên dinyayê ye, di ser reqabetên siyasî yên li dinyayê û Rojhilata Navîn re peywendiyeke taktîkî danî û êrişî Efrînê kir. Rûsyayê û rejîma Sûriyê dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan bi kar anîn û teslîmiyet li ser Kurdan ferz kirin. Lê belê hêzên xwe parastinê yên li Efrînê li ber xwe dan û tevahiya lîstikan xera kirin. Heger Efrîn teslîm bibûya, Rûsya, DYE û Sûriye, bêyî ku maskeyên wan ji ber rûyên wan biketa wê bigihiştana armancên xwe. Bi van êrişan hinan dixwest Kurdan teslîm bigirin, hinan jî dixwest Kurdan bêhtir muhtacî xwe bikin. Heger Kurd teslîm bibûna, bêyî ku li ber xwe bidin wê statukoya sedsala 20´an bêyî ku li ber xwe bidin wê qebûl bikira. Kurdan, weke tevahiya miletên ku  jiyana azad û demokratîk dixwazin, îradeya berxwedanê nîşan dan. Jixwe li Efrînê, jiyaneke azad û demokratîk hebû ku diviyabû bê parastin. 

Du mehan bi awayekî lehengane di çeper û kozikan de li ber xwe dan. Ji bo ku nehêlin dewleta Tirk bikeve Efrînê, berxwedan û fedakariyeke mezin nîşan dan. Gerîla û milîs, bi temamî 80 şervanên wan şehîd bûn. Jin û zarok, qederê 300 sivîlî jî şehîd bûn. Dewleta Tirk her qaîdeya şerî tine hesiband, kete nava helwêsteke ku karibe bi hezaran sivîlî qetil bike; hingê berxwedêran berê xwe da taktîk û stratejiyeke nû ya şerî danî ber xwe. Li Efrînê berxwedan û şer ji niha û pê ve jî wê dewam bike. Kurd wê Efrînê ji çeteyên AKP´ê û akînciyên wan re nehêlin ew akînciyên ku ji derve anîne ku amûrên qirrkirinê ne. Çawa ku Meclîsa Gel a Efrînê jî bi îhtîmam îşaret pê kir, şer ketiye qonaxeke nû. Li aliyê din, şer êdî ne şerekî di navbera gelê Efrînê û Tirkyeyê de ye,  êdî veguheriye şerekî di navbera tevahiya gelên Sûriyê û dagirkeran de.

Faşîzma AKP-MHP ya ku Efrîn dagir kiriye, bi ser neketiye. Ev dagirkeriya wan wê teqez bibe serketineke qelp a Pîrus. Bi vê dagirkeriyê dijminahiya li dijî demokrasiyê û Kurdan li tevahiya Rojhilata Navîn belav kirin. Kurdan nîşan daye ku ew ê li dijî vê yekê heta bi dawiyê li ber xwe bidin. Ji xwe Tayyip Erdogan got, şer wê her biçe belav bibe û dewam bike. Desthilatdariya faşîst ketiye şerekî bi wî rengî ku heta desthilatdariya xwe ji dest bide wê vî şerî dewam bike. Aqûbeta Hîtler, Mussolînî û tevahiya wan hêzan ku êrişkirina ber bi derve desthilatdariya xwe xwestine dewam bikin, bûye ev. Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst li gorî xisleta xwe dikare zirarê li gelan bike; lê belê ev ê pêşiyê li ber wê negire ku ew têk biçin. Desthilatdariyeke faşîst a ku li hundir û li derve bi Kurdan re ketiye şer, neçar e ku li hemberî Kurdên ku îradeya wan a berxwedanê heye, têk biçin. Yek rêya wan a bi serketinê heye, ew jî şikandina îradeya berxwedanê ya Kurdan e. Li gorî ku ev ê jî neqewime, bivênevê ew ê bişikin. Serketin wê bibe ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê.

Dibe ku hin caran hêzên faşîst serketinên Pîrûs yan jî yên xeyalî ragihînin. Lê belê ev bi tenê dikare wê rojê yan demekê bi kêr bê; lê nikare desthilatdariya wan a faşîst ji mirinê bifilitîne. Jixwe desthilatdariya AKP-MHP ya faşîst a ku li hundir, li herêmê û li dinyayê berepaşê herika avê diçe, aqûbeta wê teqez wê bibe hilweşîneke muezam. Kurd û hêzên demokrasiyê wê bibin xwediyê vê rûmetê.

Li Efrînê jî, li Rojava jî li Bakurê Sûriyeyê jî îradeya berxwedanê wê dewam bike. Tayyip Erdogan çi qasî qabedetiyê bike jî, çiqasî şovenîzmê bifûrêne bila bifiûrîne, çi qasî bibêje, ez ê bikevin, filan û bêvan deverê jî di dawiyê de ew ê kursiya xwe ya li Enqerê û hukumdariya xwe jî ji dest bide. Dema ku çavê xwe berda tiştên li derve ew ê ya di destê xwe de jî ji dest bide. Li aliyê din, dewleta netewe ya ku nikare bê dewamkirin jî wisa bi vê siyasetê û êrişkariyê li ser piyan nayê girtin. Sîstemên û wehdê wan qediyaye bi darê zorê li ser piyan nikarin bên girtin. Ti kesî nikarî wan li ser piyan bigire, faşîzma AKP-MHP jî wê nikaribe ya xwe li ser piyan bigirin.

ÇAVKANÎ: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA