FARC’ê agirbesta yek alî îlankir

FARC’ê agirbesta yek alî îlankir

Tevgera gerîlayan ya Kolombiyayê FARC ku ev selek bi hikûmeta Juan Manuel Santos re muzakereyên aştiyê dimeşîne îlan kir ku ji 15’ê Kanûnê û şûnde agirbesteke yek alî ya 30 rojî  pêk tînin.

FARC’ê, li paytexta Havana ya Kubayê ku ji sala 2012’an heta niye bi delegasyona hikûmeta Bogota re muzarekereyê pêk tîne daxuyaniyek weşand û diyar kir ku hemû yekineyên wan agirbesta yek salî ya 30 rojî  dê pêk bîne.

Danezan ji aliyê fermandarê gerîlayan yê Havanê  Pablo Catatumbo ve hat xwendin. FARC’ê da zanîn ku ew ji hikûmetê jî heman tiştî dixwazin. Lê serokwezîr Santos heta niha red dikir ku beriya îmzekirina peymana aştiyê rawestandina leşkerî naxwazin.

Tevgera gerîla di mijara rawestandina operasyonan de  diyar kir ku divê yekineyên wan her deqeyê baldar be û dê bersivê bidin hemû êrîşên dijminan.

FARC’ê der barê biryara xwe de tiştek negotin û got hêviya wan heve ku hikûmet jî bersivê bide vê jesta wan.

Dema hevdîtin di mijdara 2012’an de li Havanayê dest pê kir FARC dîsa pênvaveke erênî ya du mehan avêtibû. FARC’ê ji bo vê agirbestê bang li hikûmeta Santos kir ku operasyonên xwe bide rawestandin. Hikûmetê jî gotibû heta peymaneke cidî pêk neyê vê zexta leşkerî red dikin.