Ewropa wê heta kengî bêdeng be?
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li ber avahiya Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê, ku ji bo dawî li bêdengî û xemsariya Ewropayê bê anîn hate destpêkirin, dewam dike.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li ber avahiya Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê, ku ji bo dawî li bêdengî û xemsariya Ewropayê bê anîn hate destpêkirin, dewam dike.
Çend ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin, ji ANF'ê re axivîn. Ji bo bicihhatina daxwazên girtiyan, çalakgerên dixwazin Konseya Ewropa û CPT bikevin nava liv û tevgerê.
BERDÊLA ÇALAKIYÊ
Ji çalakgeran Saadet Kûran 45 salî ye. Ji navçeya Wêranşar a Rihayê ye. Kûran di sala 2015'an de neçar ma derkeve sirgûniyê. Yek ji wan mirovan e ku zilm û zordariya dewleta Tirk tevî malbata xwe bi giranî dîtiye. 2 xwişkên wê li nava refên gerîla şehîd bûye. Birayê wê Nasrûllah Kûran ev 25 sal in li girtîgehên Tirk girtî ye. Keçeke Kûran jî li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Kûran pirsa 'Eger ez li ber xwe nedim wê kî li ber xwe bide?' dike û dibêje, "Konseya Ewropa û CPT bi helwesta xwe ya devgirtî dibe hevparê polîtîkaya tinekirina gelê Kurd. Ji bo şikandina vê yekê me li vê derê bedena xwe dane ber mirinê. Rewşa girtiyan her diçe giran dibe. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Çawa ku me Esat Oktay di nava sergoyê dîrokê de tine kir, heman aqûbet li benda faşîzma AKP û Erdogan e."
EM NEÇAR IN BIBIN HEVPARÊ BERXWEDANÊ
Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger Havîn Tûrhal a 52 salî ye, ku 28 sal in li Ewropayê ye. Haya Tûrhal ji cudahiya navbera encam û mîrateya dîrokî ya teslîmiyet û berxwedanê heye. Tûrhal dibêje, "Bi vê çalakiya xwe ya li Ewropayê re me xwest bibin dengê berxwedana zindanan" û wiha dewam kir: "Qırîna azadiyê ku li zindana Amedê dest pê kir û her roj mezin bû, îro careke din li zindanên Tirkiyeyê deng vedide. Polîtîkaya tinekirinê ya AKP û Erdogan wê nikaribe li ber vê berxwedanê bisekine. Wezîfeya herî mezin a dikeve ser milê me, hevpariya vê berxwedanê ye."
PEYAMA GIRTIYAN ZELAL E
Bariş Karahan ji sala 2012'an û vir ve li Ewropayê dijî. Yek ji wan kesan e ku emrê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de derbas kiriye. Karahan destnîşan dike ku bi vê çalakiyê re ew dixwazin nîşan bidin ku girtî ne bi tenê ne. Karahan bibîr xist, ku berxwedêrên zindanan ne tenê li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî wan, her wiha li dijî xerakirin û şewitandina gund/bajaran, operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên ji bo şikandina vîna gelê Kurd ketine greva birçîbûnê û dibêje, "Zarokên vî gelî di zindanan de jî bin wê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Berxwedêrên zindanan vê peyamê didin. Berxwedêrên ku bedena xwe danîne ber mirinê û berxwedanê mezin dikin, peyameke girîng dide gelê me. Divê gelê me xwedî li vê berxwedanê derkeve."
EM Ê LI HER CIHÊ LÊ NE LI BER XWE BIDIN
Mashar Tûran ê 52 salî, ev 6 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Ji bo berxwedana îro dibêje, "Dewama felsefeya 'dijmin li zindanê dikare bê têk birin' a hevrê Mazlûm Dogan û Kemal Pîr e." Tûran wiha dewam dike: "Li dijî dewleta AKP'ê ya faşîst em ê li her derê li ber xwe bidin. Bila her kes baş zanibe; daxwaza berxwedêrên zindana daxwazên me ne. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin. Bi gotina Çiyageran; wê encam bêhempa be."
ZILM HEBE, BERXWEDAN JÎ MAF E
Arîfe Soysuren a 47 salî, demeke dirêj e li derveyî welat e. Ji roja hatiye Ewropayê û vir ve di nava têkoşîna azadiyê ya gel de cih digire. Soysuren dibêje, "Li cihê ku zilm lê hebe; li zindan, çiya, gund, bajar û li derveyî welat, lazim e em ji bo mezinkirina qîrîna berxwedêrên zindanan bedena xwe deynin holê. Em bi vê berpirsyariyê radibin. Zilm hebe, berxwedan jî maf e. Bicihanîna vê yekê, welatparêzî ye. Berxwedêrên zindanan, mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî bi ser bikevin."
'LI DIJÎ YÊN KURDISTAN PARÇE KIRINE..'
Zozan Rojhilat a ji Rojhilatê Kurdistanê 28 salî ye. Destnîşan dike ku berxwedan sînoran nas nake û li dijî yên Kurdistan parçe kirine, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdan rê li ber yekîtiya Kurdan vekiriye. Rojhilat diyar dike, ku pêwendiya vê berxwedanê bi tevahiya Kurdistanê re heye û nabe ku kes bêdeng bimîne. Rojhilat got, "Yên ku ji bo azadiya Kurdistanê li zindanan bedena xwe danîne ber mirinê, bi tenê nînin. Lazim e dost û dijmin her kes bi vê zanibe. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li her derê li ber xwe bidin û Kurdistanê azad bikin."
DIVÊ HER KURD VÊ YEKÊ WEKE WEZÎFEYEKÊ BIBÎNE
Rodî Homî, ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, bi rengekî bê teredût tevlî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger bûye. Homî dibêje, "Berxwedêrên zindanan careke din nîşanî me dan ku berxwedan di nava şert û mercên herî dijwar de dikare bê kirin." Homî got, "Desteka ji bo berxwedana zindanan, wezîfeya herî mezin a her Kurdê bi namûs e."