Ewropa 3 milyar dolarên din dide dewleta Tirk ku Kurdan dikuje

Di vê demê de ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan êrîşî Efrînê dike, Yekîtiya Ewropayê paketeke nû ya alîkariyê ya ji bo Tirkiyeyê erê kir. Li gorî vê yekê wê 3 milyar dolar ji Tirkiyeyê re bê dayin.

Komîsyona Ewropayê, penaberên Sûriyeyî weke hincet nîşan da û rê li ber paketa duyemîn a alîkariya madî ya ji bo Tirkiyeyê vekir. Alîkariya malî ya ji 3 milyar dolarî wê di çarçoveya peymana li ser penaberan a cihê nîqaşê ye bê dayin.

Gelek saziyên mafên mirovan nerazîbûn nîşanî peymanê dabûn û gotibûn ku peyman însanî nîne. Tirkiyeyê bi rengekî vekirî penaber li dijî Yekîtiya Ewropayê weke amûreke şantajê bi kar anîbû.

Berê jî alîkariyek ji 3 milyar euroyî ji Tirkiyeyê re hatibû şandin. Komîsyona Ewroapyê îdîa kir ku paketa duyemîn a alîkariyê ji bo penaberên li Tirkiyeyê dide.