'Ev sê nifş in em li wan digerin'

Dayikên Şemiyê cara 536. li Galatasayê hatin cem hev û li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên di 1993’an de li Êlihê hatin binçavkirin û windakirin, pirsîn.

Feryal Çelîk di çalakiya vê hefteyê de diyar kir ku diya wê bi salan li aqûbeta hevser û kurê xwe, wê jî li aqûbeta bav û kekê xwe pirsî ye û got, "Niha neviyê wan li aqûbeta kal û xalê xwe dipirsin. Ev lêgerîn ev sê nifş in dewam dike. Ev bê edaletî, ev bê wijdanî wê heta kengî dewam bike?"

Xizmên windahiyan bal kişandin ser rûdanên di doza du cînayetên kiryar nediyar yên li Enqereyê hatine dîtin û xwestin ku dawî li li parastin û cezanekirina kiryaran bê anîn.

Dayika Ayşenûr Şîmşek ku di bin çavan de hat kuştin, beşdarî çalakiyê bû. Her wiha parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Pervîn Bûldan, Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglû û parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî li çalakiyê amade bûn.

Malbatan di vê çalakiyê de li aqûbeta leşker Osman Karadenîz ku bi hefteyane agahî jê nayê girtin, pirsîn û xwestin Wezareta Parastinê daxuyaniyekê bide.

ÎBRAHÎM ÇELÎK Û KURÊ WÎ ÇAWA HATIN WINDAKIRIN?

Îbrahîm Çelîk ê 50 salî, di 10'ê Tîrmeha 1994'an de li mala xwe ya li gundikê Sogûksû yê Êlihê ji aliyê 4 kesên bi maske û çek hat ragirtin. Çelîk bi hinceta "Nîşandan Rê" hat ragirtin. Kurê wî Edîp Çelîk ê 19 salî jî ku nexwest bavê xwe bi tenê bihêle, da dû wan. Ji hingî ve agahî ji bav û kur nehat wergirtin. Der heqê bûyerê de giliyê 5 endamên Hîzbûllahê hat kirin, lê belê encamek jê derneket.

Di çalakiya îro de keça Çelîk Feryal Çelîk û zarokên amade bû. Feryal Çelîk bi zorê karî biaxiviya û xwest nameyeke beriya niha amade kiribû bixwîne. Çelîk bibîr xist ku bav û kekê wê li pêş çavê wê hatine binçavkirin û got, "Bavê min û kekê min ji ber ku Kurd in, hatin windakirin. Kurdbûyîn sûc e?" Feryal Çelîk diyar kir ku diya wê bi salan li aqûbeta hevser û kurê xwe, wê jî li aqûbeta bav û kekê xwe pirsî ye û got, "Niha neviyê wan li aqûbeta kal û xalê xwe dipirsin. Ev lêgerîn ev sê nifş in dewam dike. Ev bê edaletî, ev bê wijdanî wê heta kengî dewam bike?"

Di çalakiya vê heteyê de du dozên li Enqereyê hatin dîtin jî hatin rojevê.  Sezgîn Tanrikûlû têkildarî dozan de axivî û got gumanbar ji aliyê dewletê ve tên parastin.

Pervîn Bûldan jî dozên duh bibîr xist û diyar kir ku ev cînayet ji aliyê kê ve hatine kirin li holê ye.

...