'Ev meşale ji bo gelên bindest hat vêxistin'
'Ev meşale ji bo gelên bindest hat vêxistin'
'Ev meşale ji bo gelên bindest hat vêxistin'
Bi boneya 35. salvegera damezirandina PKK'ê li Qers, Colemêrg, Muşê û navçeya Cizîra Şirnexê hat pîroz kirin. Li navçeya Cizîra Şirnexê berê ku şahî pêk bê rakêşî derket rakêşî di saetên şev de vegûherî şer û pevçûnan. Li şahiya Qersê de Endamê KA-YODER'ê Berzan Ataç wiha got: "Ev meşale bes ji bo gelê kurd nîne, ji bo hemû gelên bindest hat vêxistin."
Bi boneya 35. salvegera damezirandina PKK'ê li Qers, Colemêrg, Muşê û navçeya Cizîra Şirnexê hat pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyên Rêxistina BDP'ê yên Qersê, Colemêrg Muş û Cizîrê, Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê, Komeleya Xwendekarên Welatparêz a Kafkasê (KA-YODER) ve hat pîrozkirin. Gelek welatî, endamên meclîsên BDP'ê, xwendekar, rêveberên rixistinên BDP'ê û HDP'ê, parlementer, Aktîvîstên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, nûnerên Saziyên Sîvîl ên Civakî û gelek jîn bi cil û bergên xweyên kurdînî tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, damezîrînerên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egît) û Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) hatîn daliqandin, her wiha alên PKK'ê, KCK'ê, Konfederalizîm û kesk, sor û zer hat daliqandin. Di pîrozbahiyan de panqartên "PKK felsefeya jiyanê ye, Mîmarê wî Birêz Ocalane." û "Cejna gelê kurd pîroz be" hat girtin dirûşmên "PKK gele gel li vire", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fedaiyên Apo nin" hatin berzkirin. Di pîrozbahiyan de bi sirûda "Ey Reqîb" ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest da rêzdarî hatin girtin û parlementer, hevserokên partiyan û aktîvîst axîvîn.
Pîştî axaftinan pîrozbahiyên 35. salvegera damezirandina PKK'ê bi coş û peroş hat pîroz kirin. Bi stranên koman û hûnermendan û stranên dengbêjî govend hatin girtin. di pîrozbahiyan de sirûdên şoreşgerî hat xwendin jinan bi cil û bergên xweyê kurdînî û tilîliyan govend xemîlandin. Karmend û welatiyên derdorên girsêyan bi nîşaneya serkeftinê pişgirîyên xwe nîşandan.
Li navçeya Cizîra Şirnexê berê ku şahî ya 35. salvegera damezirandina PKK'ê pêk bê rakêşî derket, rakêşî di saetên şev de vegûherî şer û pevçûnan. Di pîroz bahiyê de li gelek taxan agir hat dadan bi pêxistina agiran polîsan bi bombê gazê û ava şîd mûdaxaleyê ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan.
Welatiyên li derdorê ji ber karanîna bombê gazê nerihat bûn. Şer û pevçûnên ku bi saetan destpêkiriye hêj jî didome. Li tevahî navçeyê ji aliyên hêzên taybet ve ewlehî hat giritin.