Euro ji 5 TL'yî bihurî, Dolar jî li ser hev rekorê dişikîne

Pereyê Tirk kêlî bi kêlî bê qîmet dibe. Qîmetê Euro ji 5 TL'yî bihurî, Dolar jî li ser hev rekorê dikişîne.

Qîmetê Euro yê li pêşberî Lîreyê Tirk, bû zêdeyî 5 TL. Dolar jî piştî rekora hefteya bihurî xwe gihand 4.0755 TL û rekoreke din şikand.

Li gorî malpera Bloomberght CEO yê alîkar ê Euroasia Groupê Sean West, herifîna TL demkî nîne, bingehîn e.

Stratejîstê sereke yê makro yê BlackRockê Rupert Harrison jî ji Bloomberg TV re got, kêmbûna qîmetê lîre wê heta zêdebûna faîzê ya ji Banka Navendî bê kirin bidome.

Tevî destwerdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî, lîreyê Tirk li ber avê diçe. Ji ber bandora gelek faktoran, Moody'sê di meha Adarê de nota Tirkiyeyê kêm kir. Hikumet bi daneyên mezinbûna aboriyê pesnê xwe dide, lê enflasyon û valahiya carî mezin dibe. Rewş û bûyerên jeopolîtîk yekser bandorê li aboriyê dikin.