Eugene Schoulgin: PKK bi hêz dibe, AKP tenê dimîne

Eugene Schoulgin: PKK bi hêz dibe, AKP tenê dimîne

Serokê 2. yê PEN a Navneteweyî niviskarê Norwecî Eugene Schoulgîn, diyar kir ku niyeta Tayyîp Erdogan ya çareserkirina pirsgirêka Kurd tune û pêvajoyê ji bo desthilatdariya xwe saxlem bike dimeşîne. Schoulgîn da zanîn ji bo pêngavavêtina Erdogan divê zext bên kirin.

Scoulgîn da zanîn geşedanên dawî yên Iraq û Suriyeyê û berxwedana Kobanê, PKK û Kurd bi hêz kirine û AKP jî tenê hiştiye. 

Schoulgin got ku di aliyê azadiya çapemenî û fikr û ramanê de li Tirkiye û cîhanê geşedanên ku mirovan dike nava fikaran rû didin, li welatên Başûrê Asyayê di qada azadiya fikr û ramanê de hinek pêş ketin hene, lê li Tirkiyeyê geşedanên berevajî vê hene.

Schoulgîn wiha berdewam kir: “20 sal e li Tirkiyeyê dijîm û ez geşedanên siyasî û çandî ji nêz ve dişopînim. Pirsgirêka herî mezin a welat, kesên welat bi rêve dibin, bi plansên ne demdirêj bi çareseriyên rojane tevdigerin. Di polîtîkayên tên diyarkirin de kûrahiyek tune û yên welat bi rê ve dibin pêşerojê nabînin û nêzî rêya çareseriyê nabin."

AKP Û CHP ÇARESERIYÊ NAXWAZE

Schoulgîn wiha berdewam kir: “Ez ji serî de bi guman nêzî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bûm. Ev gumanên min îro jî didomin. Tirkiye van polîtîkayan çawa li gorî xwe bikar tîne, tê dîtin. Dema ku hewcedariya Edogan û AKP’ê bi dengên Kurdan hebe, behsa çareseriyê dikin. CHP jî heman tiştî dike. Her du jî ji bo berjewendiyên xwe hewl didin û çareseriyê naxwazin. PKK û Kurd aştiyê dixwazin û AKP û muxalafet çareseriyê naxwazin. Kurdistan ji ber van geşedanên heyî zêde pêş neketiye. Ji bo avakirina wê divê pereyên mezin bên xerckirin.

ŞÎDET Û ÎŞKENCEYA POLÎS ZÊDE DIBE

Schoulgîn diyar kir ku li Tirkiyeyê girîngiyê nadin jiyana mirovan û got: “Piştî mirina leşker, karker û polîsan, daxuyaniyên rayedaran mirovan matmayî dihêle. Li Tirkiyeyê şîdeta polîs û îşkence zêde dibe. Raporên rêxistinên mafê mirovan vê nîşan dide. Ev jî nîşan dide ku ji bo çareseriyê wê pêngav neyên avêtin. Li gel gotinên xweş ên ji bo demokrasiyê tê gotin pêşketinek tune."

ERDOGAN XETEREYEK MEZIN E

Erdogan di daxuyaniyê û pêkanên xwe de diyar dike ku bila civakek girtî bê afirandin, ev jî fikaran zêde dike û ya herî girîng jî sansûr û zextên li ser azadiya fikr û ramanê ye.  AKP ev ji CHP û desthilatdariyên berê girtiye. Erdogan li Çavuşesko û Putîn diçe. Hewl dide ku împaratoryek nû ya Osmaniyan ava bikin.  Lê ev xewna wî ne li gorî pêwîstiyên me yên îro ne. Erdogan ji bo herêmê xetereyek mezin ava dike. Erdogan ketiye serxweşiya deshtilatdariyê û her diçe otorîter dibe. Qesra ku Erdogan nû ava dike projeyek Çavuşesko ye.  Ev xetereyek mezin e.

POLÎTÎKAYA DAVUTOGLU ÎFLAS KIR

Davutoglu dîrokê şaş şîrove dike û  hewl dide ku Tirkiyeyê bike welatekî lîderê cîhana Îslamê. Lê vê polîtîkaya wî  bi giştî îflas kir. Tirkiye ji kaosa Sûriyeyê berpirs e.

PKK’YÎ NE TERORÎST, ŞERVANÊN AZADIYÊ NE

Schoulgîn got: “Ez qet nekarim bêjim ez piştgiriyê didim rêbazên ku PKK bikar tîne. Pirsgirêk bi şer û şîdetê çareser nabe. Lê ez naxwazim ew wek terorîst bên binavkirin. Ew ne terorîst şervanên azadiyê ne. Gelê Kurd wan wisa dibîne. Bi sûcdariya terorîstiyê hûn nikarin çareser bikin.”

JI TIRKIYEYÊ ÇEK Û MUHÎMAT JI BO DAIŞ’Ê HATE ŞANDIN

Schoulgîn li ser pirsa Tirkiye alîkariyê dide DAIŞ’ê? got: “Ez teqez bawer im. Ev çek ne yên Tirkiyeyê bûn. Ji welatên Ereb hatin. Li pişt vê Suudî Erebîstan heye. Erdogan û AKP xetereya DAIŞ’ê ferq nakin."

PKK BI HÊZ KIR, TIRKIYE TENÊ HIŞT

Schoulgîn diyar kir ku geşedanên dawî yên Iraq û Sûriyeyê û berxwedana Kobanê Kurd û PKK bi hêz kiriye û Tirkiye jî tenê hiştiye û got: “Niha rewşa aborî a Tirkiyeyê ne baş e. Krîzek li ber derî ye. Ev ê Erdgan qels bike û Kurdan jî bi hêz bike.

DIVÊ OTONOMIYÊ BIDIN KURDAN

Rêya pêkanîna aştiyê ya Tirkiyeyê ev e ku divê Tirkiye mafê Kurdan bidê û xweseriya demokratîk qebûl dike. Divê wek Katalonyayê, ji bo Kurdan otonomî bê dayîn. Ger Tirkiye vê bike wê pêşiya wê vebe û wê demê wê Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe hêz.”