Ethem ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Ethem ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Ethem ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Cenazeyê Ethem Sarisuluk ê ji aliyê polêsan ve hat kuştin, li gel malbat, heval, rêheval û gundiyên wî, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin.
Cenazeyê Ethem Sarisuluk ê di 1'ê Hezîranê de di xwepêşandana li Qada Kizilay a Enqerê de ji aliyê polêsan ve hat kuştin, li gel destwerdana polêsan a merasîma li Enqerê, ji aliyê hezaran kesî ve şandin gundê Beylîce yê navçeya Çorûm Sûngûrlûyê cihê lê ji dayik bûye.
Cenaze li vir jî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin û bi dirûşmên "Rêheval Ethem namire", "Emê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Li dijî faşîzmê dest bidin hev" li goristana gund hat veşartin.