Essa Mossa: Ji bo muzakereyan divê Ocalan bê berdan

Essa Mossa: Ji bo muzakereyan divê Ocalan bê berdan

Parêzerê Neslon Mandela Essa Mossa diyar kir ku ji bo hevdîtinên aşitiyê yên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de hatiye destpêkirin vebiguhere muzakerayn divê Ocalan serbest bê berdan. Mossa du xalên din ên pêvajoyê bi vî awayî rêz kir: “Ya yekem agirbest. Divê her du alî jî ji pevçûnan dûr bikevin. Ya duwemîn; divê PKK û KNK tevlî pêvajoyê bibin."

Parêzerê Nelson Mandel, Essa Mossa ji bo Platforma ji bo Aşitiyê ji Ocalan re Azadî hate Stenbolê û bersiv da pirsên ANF’ê yên derbarê hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de hatine destpêkirin.

Moossa da zanîn ku ew ji hevdîtinan gele bi hêvî ye û got: “Vê carê partiyên siyasî yên eleqeder ji bo pirsgirêka diyalog û muzaakerayn pir ciddî dixuyên.”

Moosa hewldanên berê yên bê encam mabûn bi bîr xist û got: “Vê carê berjewendî guherîne. Li Rojhilata Navîn hevsengî guherî, ev yek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zextê li hukûmeta Tirkiyeyê û li PKK’êjî dike.”

Moosa diyar kir ku desthilatiya Tirk jî weke gelê Tirk alîgirê çareseriyê ye û wiha axivî: “Bi ya min gelek Tirk, bi taybet Tirkên xwedî bandor ên weke Aydin Dogan dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalogê çareser bibe derketine pêş. Bi ya min ev yek hêviyê xurt dike."

Moosa daxuyaniya piştgiriyê ya ji Fethullah Gulen jî hate bi bîr xist û got: “Bawer im ev kesên bi vî awayî bi bandor cara yekemîn piştgiriya xwe ya ji bo çareseriyê diyar dikin. Ji ber wê jî ez weke kes dibêjin ku ev pêvajo dê pêş bikeve."

'DIBE SABOTE HEBIN'

Moosa destnîşan kir ku dibe ji her du aliyan jî hêzên ku bixwazin pêvajoyê sabote bikin hebin û got: “Ji ber vê jî divê em di vê mijarê de pir baldar bin. Ez vê yekê dispêrim ezmûnên li Efrîkaya Başûr û dibêjim. Di dema hevdîtinan de jî hin aliyên di nava ANC û dewletê de xwestin pêvajoyê sabote bikin. Ji bo ev yek çênebe divê tedbîr bêne girtin. Tişta ku divê em bikin ew e ku divê em deyn û bala xwe bidin ser hevdîtinan. Ya girîngtir ew e ku ger Abdullah Ocalan di girtîgehê de be,dibe diyalog çêbibe, lê belê muzakere nabin. Ji bo muzakere çêbibin divê azad be.”

'DIVÊ PKK Û KNK TEVLÎ PÊVAJOYÊ BÊN KIRIN'

Moosa destnîşan kir ku gelek aliyê têkoşîna gelên Efrîkaya Başûr û têkoşîna mafan a Kurdan dişibin hev û ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê ev pêşniyar kir: “Pêşî divê ji bo pêkhatina muzakereyan şert û merc bên sererastkirin. Niha ev yek ne muzakere ye, ji bo muzakereyan hevdîtin tên kirin. Ger muzakereyên rast dest pê bikin, divê Abdullah Ocalan azad bibe û bi awayeke bi rûmet bikare muzakereyê bike. Her wiha, divê pêvajoyek agirbestê dest pê bike. Her du alî jî ji pevçûnan dur bikeivn û divê heta dawiya muzakerayan agirbest hebe. Piştre ji bo bikare di muzakereyan de cih bigire, divê Ocalan serbest bê berdan. Di heman demê de divê PKK û KNK tevlî pêvajoyê bên kirin. Divê nebêjin sucê filankes heye nikarin bikevin welêt.”

Parêzerê Mandela, Essa Moosa bersiv da pirsa derbarê qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê pêk hat û got: “Ji bo careke din bûyereke weke vê neqewime divê hemû tedbîrên pêwîst bên girtin. Ya din divê, ji spekulasyonên ku kîjan hêz li pişt vêbûyerê ye dûr bikevin. Divê em destûr bidin ku rayedarên Fransî bûyerê lêkolîn bike. Berpirsyartiya peydakirina berpirsan û derxistina wan pêşberêdadgehê ya Franseyê ye. Bi ya min dikare vê yekê bi rehetî bike. Li hemberî derfetên teknolojî yên ewqas pêşketî, peydanekirina berpirsan ne gengaz e. Ji bo vê jî ji bo dîtina berpirsan divê hukûmeta Tirkiyeyê, PKK û KNK alîkariyê dibin Franseyê.”