#EsReichtDeutschlandê pêwendiyeke zêde dît
Li dijî qedexe û astengiyên dewleta Elmanya ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê kampanyaya #EsReichtDeutschlandê (Êdî Bes Elmanya) li ser medyaya civakî gelekî pêwendî ji xwe re dît.
Li dijî qedexe û astengiyên dewleta Elmanya ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê kampanyaya #EsReichtDeutschlandê (Êdî Bes Elmanya) li ser medyaya civakî gelekî pêwendî ji xwe re dît.
Şevê dî li ser facebook û twîtterê ‘hastags’ a bi navê #EsReichtDeutschlan a bi wateya ‘Êdî bes e Elmanya’ hate vekirin û qedexe, astengiyên hikûmeta Elmanya hate şermezarkirin.
Ji deqeyên destpêkê ve hashtagsê pêwendîyeke zêde ji xwe re dît û kesên ku tevlî kampanyayê bûne xwestin ku qedexe û astengiyên hikûmeta Berlînê ya li ser sembolên Kurdan û zextên li ser şoreşgerên Kurd û Tirk û hêzên demokrasiyê bi dawî were.
Di hasgtagê de banga, ‘’meş, xwepêşandan, azadiya ramanê mafê sereke yê mirov e. Hikûmeta federal nikare mafê me asteng bike’ hate kirin û tundiya polîsên Elman û çavnebariya wan a van demên dawî hate destnîşankirin.
Di parvekirina li medya civakî û twîran #EsReichtDeutschland di demeke kurt e bû rojeva Elmanya. Malpera Trendingdeutschland.com ku rojeva medya civakî ya Elmanya dişopîne diyar kir ku saet 21.00’an herî pir bi vê hashtagsê şîrove hatine kirin û hatiye parvekirin.
Li Elmanya ji bo dawî li zextên li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê yên vê dema dawî were 27’ê Mijdarê kampanyayeke bi navê ‘'Êdî bes e' (Es reicht-Artık yeter) dest pê kiribû. Kampanya li meydana Brandenbûrg Tor a dîrokî ya Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû ragihandin.
Kampanya bi organîzeya 51 saziyan pêk hatibû û di kampanyayê de banga, ‘em ê qedexeyan û astengiyan rakin’ tê kirin. Bi kampanyayê ji bo ku qedexe û astengî rabin tê armanckirin ku raya giştî ya Elman zextê li desthilatdariya siyasî ya Berlînê bike.