ESP'yî hatin girtin, kesekî astengdar hat binçavkirin

Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Ok û endamê Meclîsa Partiyê Çîçek li Meletiyê hatin girtin. Li Sêrtê jî mirovekî ji mejî ve astengdar hat binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd û mûxalefeta demokratîk tên meşandin, dewam dikin.

Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok, Endamê Meclîsa Partiyê Soner Çîçek û Bedirhan Donmez ên di 4'ê Nîsanê de dema ber bi Nûrheqê ve diçûn ji aliyê ekîbên Şûbeya TEM'ê yên Midûriyeta Polîsan a Meletiyê ve hatin binçavkirin û Haci Çîçekê li Bakiran( Kûrecîkê) ê di serdegirtina malan de hat binçavkirin, piştî karên li Midûriyeta polîsan ew sewqî Dadgeha Akçadagê kirin. 

Piştî lêpirsînên li dozgeriyê Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok û Endamê Meclîsa Partiyê Soner Çîçek bi îdiaya wê derbasî Kobanê bibin ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin girtin. 

Bedîrhan Sonmezê ESP'î û Haci Çîçekê HDP'î jî "bi şertê venêrînê" û "qedexeya derveyî welat" serbest hatin berdan. 

Ok û Çîçek ên hatin girtin, ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.

SÊRT

Li Sêrtê welatiyê astengdar ê bi navê Abdûrahîm Ozbay hat binçavkirin. 

Li Sêrtê duh êvarê welatiyê astengdar ê bi navê Abdûrahîm Ozbay, dema diçû gundê xwe Etkenê yê girêdayî Berwariyê, li ser rêya Dihê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 

Ozbay ê mebesta binçavkirina wî nehat zanîn, şandin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.