ESP: Niha dema rêxistinbûn û berxwedanê ye

ESP'ê berxwedana Gezî silav kir û bal kişand ser polîtîkayên faşîst û mêtinger ên desthilatdariya AKP-MHP'ê. ESP'ê destnîşan kir ku niha dema berxwedanê ye.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bi wesîleya salvegera Berxwedana Gezî daxuyaniyek da û şehîdên berxwedanê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku mîna dema berxwedana Gezî, desthilatdariya AKP-MHP'ê înkar û terora dewletê ya faşîst, êrişên mêtinger-dagirker û tayînkirina waliyên mêtinger li şaredariyan didomîne.

ESP'ê bal kişand ser êrişên li dijî goristanan, cenazeyan û polîtîkayên bêexlaq ên ku destavêtinê qanûnî dike û diyar kir, "Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dem dema birêxistinkirina berxwedana gelan û karkerên bindest e. Roj roja mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya bindestan e."