ESP: Ne dîktatorî azadî, ne şer aştî

Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP’ê diyar kir, deklarasyona duh ya ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dayî, banga wê ye ku desthilatdariya AKP/Qesr şerê ku dayî destpêkirin bide rawestandin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP’ê têkildarî deklarasyona ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dayî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin KCK’ê bi vê deklarasyonê nîşan daye ku ew bi rêgezî girêdayî wê ne ku pirsgirêka Kurd bi muzakereyan, bi çareseriya siyasî ya demokratîk û avakirina aştiyê ne.

 ‘AKP DIJMINATIYA XWE YA LI KURDAN DIDOMÎNE’

Di daxuyaniya ESP’ê de hate gotin, AKP xeta xwe ya mêtingeriya faşîst a ku hewl dide hebûna Kurdan, heqên wan ên netewî yên kolektîg, hêzên rewa ên têkoşînê bi înkar, îmha û qirkirinê tune bike.

Her wiha têkildarî rewşa piştî hewldana darbeyê, nêzîkatiya AKP’ê jî weke, ‘’Zimandirêjî ya ‘li dijî darbeyê demokrasî’’ye ya bi mebesta veşartina polîtîkayên xwe yên faşîst, rasteqiniyê ji civakê veşêre’’ tespît dike û dibêje, ji bilî vê jî ti rastiya van gotinên AKP’ê nîn e.

 ‘AKP’Ê JI BO ŞERÊ KU DAYE DESTPÊKIRIN DI DAWÎ BIKE VEDIXWÎNE’

ESP’ê destnîşan dike ku KCK’ê bi vê daxuyaniyê bang li AKP’ê kiriye ku şerê dayî destpêkirin rawestîne û wiha pê de diçe, ‘’Bêguman KCK bi vê daxuyaniyê ku van rasteqîniyan û jê zêdetir jî tîne ber çavan û dinirxîne, li dijî çaresernekirina cihêkar, vederker, dijminker, biratiyê, nêzîkbûnê, çareseriya wekhev û demokratîk, li hemberî şerê hilweşîner û qirker li dijî şer rê alternatîfa aştiya demokratîk datîne holê û bi vî awayî berpirsyariya xwe ya rojanekirina vê pêk tîne. Diyar kiriye ku çi tê ser wê di vê çarçoweyê de ew ê pêk bîne û careke dî bang li dewletê, hikûmeta AKP’ê kiriye ku şerê dayî destpêkirin bi dawî bike, vê berpirsyariya xwe bi cih bîne.’

Di dawiya daxuyayiyê de ESP’ê diyar dike ku ew xwedî li vê deklarasyonê derdikevin, nirxdar dibînin û ev daxuyanî firsendekê dide ku xurtkirin û daxwaza têkoşîna wekhevî, dadmendî, azadî û aştiyê ya gelên me. Herwiha tê gotin ku ew ê di nav vê çarçoweyê de berpirsyariya ku dikeve ser milê partiya wan bi cih bînin.