ESP: Fîgen Yuksekdag vîna me ye
Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP), têkildarî xespkirina parlemeteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag daxuyaniyek da û ev biryar şermezar kir.
Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP), têkildarî xespkirina parlemeteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag daxuyaniyek da û ev biryar şermezar kir.
Di daxuyaniyê ESP’ê de wiha hate gotin: “Bi belatlkirina parlementeriya Fîgen Yuksekdag a li meclîsê wekhevî, edalet, biratî û wekhevî diparast tê wateya darbeya li dijî vîna bi milyonan kesî.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dixwazin wekîlên HDP’ê ji derveyî siyaseta li meclîs û kolanan bihêle û got: “Ji gava yekem a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag avêtî meclîsê, yek ji wan kesên di hedefa AKP’ê de bû. Betalkirina parlementeriya Fîgen Yuksekdag a ku li dijî hemû êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng nema û Şoreşa Rojava parast; li gel karker, jinan, ciwanan, mexdûrên qetlîaman û gelên hejar cih girtî ne ji rêzê û tesadûfe.”
Daxuyaniyê diyar kir ku li Tirkiyeyê amadekariyê “Meclîsa yek mêriyê” tê kirin û wiha pê de çû: “Ji ber zoriya îqnakirina hilbijêran a ji bo sîstema Seroaktiyê ya ku di Meclîsê de derbaskirin, vê carê bi zext, gef û manîpîlasyonên çapemeniyê kampanyaya referandûmê bi rê ve dibin. Dixwazin eniya ‘NA’ ya ku her roj xurt û mezin dibe bitirsîne van kiryaran dide kirin.
Mixabin! Çi bikin nikarin; ne bi girtin û ne jî bi êrîşan vîna wekîlên me bişkînin, hemûyan bixin girtîgehan jî wê wekîlên me teslîm nebin. Em bang li her kesê dikin ku di serî de 6 milyon kesên ku deng dane HDP’ê û her kesên ji demokrasiyê bawer dike li dijî kêfa Yek Mêriyê û bêtehmûliya wî û betalkirina parlemeteriya Fîgen Yuksekdag bi awayekî hê xurtir bêjin ‘NA’ û bertek nîşan bidin.
Cezayê ku hiqûqa Qesrê dide, betalkirina parlemeteriyê jî bê hiqûqiye! Parlemeterên HDP’ê û Fîgen Yuksekdag vîna me ye. Em bê bi berxwedanê bi ser bikevin! Bi teqez em ê bi ser bikevin! Em bi ser bikevin! Wê Mirovahiya Mezin bi ser bikeve!