ESP: Em bi hêz beşdarî merasîma Sarisuluk bibin
ESP: Em bi hêz beşdarî merasîma Sarisuluk bibin
ESP: Em bi hêz beşdarî merasîma Sarisuluk bibin
Rêxistana ESP’ê ya Enqereyê ji bo merasîma cenazeyê Ethem Sarilsuluk a sibe saet 12.00’an wê were lidarxistin bangawazî kir.
Rêxistina ESP’ê ya Enqereyê bi gotina “Ethem di nav berxwedanê de ye, di refên herî pêş de cih girt û gihişt bêmirinê yê. Niha wezîfe ya me yanî ya gelê Enqereyê ye. Ji bo Ethem bi rê bikin û ji nû ve Kizilayê azad bikin bi dirûşmaya ‘Em hemû Ethem in, Em kujer dixwazin’” banga tevlîbûna merasima cenazeyê Ethem Sarisuluk a di 16’ê Hezîranê saet 12.00’an de dê were lidarxistin kir.
Rêxistana ESP’ê ya Enqereyê di daxuyaniyê de bal dikişîne ser berxwedana Parka Gezî û paşê li Tirkiyeyê ku bi milyonan mirov derketin kolanan û wiha tê gotin: “Li hemberî zextan, xirabkirina xwezayê, girtin, qedexe û înkarê bi milyonan mirovan azadî xwest. Hukûmeta AKP’ê ji bo vê berxwedana gel bipelçiqîne mîna şer li hemberî gel bide destpêkirin, êrîş kir. Di vê berxwedana ku 19 rojan berdewam dike de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi dehan kes birîndar bûn, bi sedan mirov hatin binçavkirin û girtin. Ciwan-kal, jin-xort, karker-xwendekar, her kes bû çapulçî û şîara ‘Em hemû çapulçî ne’ êdî bû şîara hevpar”
Di daxuyaniyê de behsa Enqereyê jî tê kirin ku yek ji navendên berxwedanê ye yê bi berxwedana Parka Gezî re destpê kir û wiha didome: Li Enqereyê di 1’ê Hezîranê de bi derbaskirina bendan piştî bi salan Meydana Kizilay azad bû. Polîsên ku ev hezim nekirin Ethem Sarisuluk ê beşdarî berxwedanê bibû qetil kirin. Ethem piştî 14 rojan xatir ji jiyanê xwest. Edî Ethem wek sembol û şehîdê berxwedanê derbasî dîrokê bû. Em dê rêheval Ethem di têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Di serî de ji kesên li berxwedanê xwedî derketin, ji malbata Ethem a ku got, ‘Êdî Ethem şehîdê berxwedanê ye’, rêheval û dostên wî re sersaxiyê dixwazin.”
Daxuyanî bi hevokên ku banga ji bo tevlîbûna merasimê tê kirin bi dawî dibe: “Ethem, di berxwedanê de di refên herî pêş de cih girt û gihişt bêmiriniyê. Niha wezîfe ya me yanî ya gelê Enqereyê ye. Ji bo em Ethem bi rê bikin û careke din Kizilayê azad bikin bi dirûşmayên ‘Em hemû Ethem in, em kujer dixwazin’ ji bo merasima 16’ê Hezîranê roja yekşemê saet 12:00’an wê li Kızılayê were lidarxistin em tevayî berxwedêr û dostan dawet dikin.”