ESP’ê daxwaz kir ku girtîgehên weke ‘’bîran’’ werin girtin

Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehên ewlehiya bilind ên tîpên S û Y û daxwaz kir ku werin girtin.

Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê ya bajêr hate lidarxistin û partiyên siyasî û rêxistinên civakî tevlî bûn.

Rêveberê Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê Hidir Alî Kiliç diyar kir ku sirgûnkirinên girtiyên siyasî bi armanca astengkirina mafê hevdîtinê tên kirin û got: ‘’Girtiyên ji Girtîgehên Ewlehiya Bilind re tên şandin, bi tecrîda giran re rû bi rû dimînin û mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin.‘’

Kiliç destnîşan kir ku awayê mîmarî yê girtîgehên tîpên S û Y bandoreke xirab li tenduristiya girtiyan dikin û got: ‘’Girtîgehên bi vî rengî bi armanca tenêhiştina girtiyan û zextkirinê hatine avakirin.’’

ESP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû şoreşger, civaka demokrat û mafparêzan kir ku li hemberî ‘’girtîgehên weke bîran’’ hesas bin.