Esnafên Şemzînanê ji bo Pirtûkxaneya Umutê kepenk venekirin
Esnafên Şemzînanê ji bo Pirtûkxaneya Umutê kepenk venekirin
Esnafên Şemzînanê ji bo Pirtûkxaneya Umutê kepenk venekirin
Di 9'ê mijdara 2005'an de li Navçeya Şemzînanê li diji Pirtûkxaneya Umutê êrîş pêk hatibû. Ji bo salvegera êrîşê li navçeya Şemzînanê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 9'ê mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umutê êrîşekî bombeyî pêk hat û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dabû. Metîn Korkmaz jî birîndar bûbû. Di êrîşê de Pirtûkxaneya Umut zerarekî madî ya mezin dîtibû. Xwediyê Pirtûkxaneya Umutê Seferî Yilmaz, Hevsera Mehmet Zahîr Korkmaz Hamîde Korkmaz û Metîn Korkmaz ên di êrîşê de mexdur bûn li Wezareta Karên Hûndir doza madî û manevî vekirin. Di 10'ê Cotmeha 2012'an de Dadgeha Bilind biryar xera kir û dosya dîsa li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê vegerandibû.
Welatiyên Şemzînanê bi boneya 8'emîn salvegera êrîşê şermezar bikin neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bibe dê biçin gorên Mehmet Zahir Korkmaz û Alî Yilmaz ziyaret bikin. Girse pişti meşê dê pirtûkxaneya Umut ku 2011'an heta niha girti ye dê bi merasimekê vekin.