Reutersê roja Duşemê raporeke lêkolînê ya berfireh weşand û tê de ragihand ku li bejahiya Lazkiye û Tartus ên Sûriyeyê meha Adarê di komkujiyan de ku 3 rojan dewam kir nêzî hezar û 500 sivîlên Elewî hatin kuştin, bi dehan jî winda bûn.
Li gorî raporê ev êrîş ji aliyê herî kêm 12 komên çekdar ve hate kirin ku bi ser Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ne ku HTŞ bi rê ve dibe. Piraniya van koman ji ber kuştin, revandina mirovan, destdirêjî û bi gelek binpêkirinên mafên mirovan bi salan e li pêkanînên navneteweyî rast tên.
Li gorî rapora Reutersê ku xwe dispêre dîmenên ji peykê, şahidiya li qadê û belgeyên fermî, komkujî herî kêm li çil deveran hatiye kirin.
PÊWENDIYA WEZARETA PARASTINÊ YEKSER PÊ RE HEYE
Di raporê de têkildarî komkujiyên li peravên Sûriyeyê işaret bi destwerdana yekser a rêveberên Wezareta Parastinê bi taybetî jî berdevkê wezaretê Hasan Abdul Ghani hate kirin. Hate tespîtkirin ku Hasan Abdul Ghani li ser Telegramê operasyon koordîne kiriye û êrîşên li qadê yekser bi rê ve biriye.
Di raporê de hate ragihandin ku Ghani bi taybetî ji bo parvekirinên li ser êrîşên li Jablehê bi gotina ‘Bila Xwedê we xelat bike’ bersiv da.
Reutersê fermandarê Tûgaya Sultan Suleyman Şah (Weke Amşat jî tê naskirin) Mohammed al-Jassim (Abu Amsha) jî di nav de bi gelek efseran re hevdîtin kir û li gorî vê yekê Wezareta Parastinê perav bi herêman cuda kir û qada êrîşê jî ji Hêzên Ewlekariyê yên Giştî, Tumena 400’emîn (Yekîneya bijarte ya ji şervanên biyanî pêk tê) û Tûgaya Osmanî bû. Ev hêz li deh nuqteyên cuda hatin bicihkirin ku nêzî 900 kes lê hatin kuştin.
Hate ragihandin ku komên pişta xwe dispêrin Enqereyê yên weke Tugaya Sultan Suleyman Şah (El-Amşat) û Tumena Hamza (El-Hamzat) li 8 herêmên cuda tevgeriyan ku nêzî 700 kes lê hatin kuştin.
Komên cihêkar ên weke Artêşa Îslamê, Artêşa Zilamên Azad û Artêşa Îzzet jî beşdarî êrîşê bûn; van koman li çar herêmên cuda êrîş kirin û nêzî 350 kes qetil kirin.
Li gel vê yekê şervanên Çeçen, Ozbek û Partiya Îslamê ya Turkistanê jî tevlî van êrîşan bûn. Hin ji van li herêmên Arza û Baniyasê bûn. Di van bûyeran de nêzî 500 kes hatin qetilkirin.
LI QADÊ KÎJAN KOM HEBÛN?
Zêdeyî 40 şervan, fermandar û wezîfedarên elwekariyê, her wiha zêdeyî 200 xizmên mexdûran û navbeynkarên ku hikumetê tayîn kirin ji Reutersê re axivîn û diyar kirin ku herêma peravê bi sektoran hate parçekirin û operasyon jî li gorî vê yekê hate plankirin.
Komên ku tê gotin tevlî komkujiyê bûn ev bûn:
Servîsa Ewlekariyê ya Giştî
Tumena 400’emîn (Hêza elît a berê ya HTŞ’ê)
Tûgaya Osman
Tugaya Sultan Suleyman Şah (Amşat)
Tumena Hamza (El-Hamzat)
Artêşa Îslamê
Artêşa Zilamên Azad
Artêşa Îzzet
Partiya Îslamê ya Turkistanê, şervanên Ozbek û Çeçen.
Hin ji van koman weke komên ku Tirkiye piştevaniya wan dike têne naskirin, hin ji wan jî çeteyên biyanî yên cihêkar in. Di raporê de hate ragihandin ku van koman li zêdeyî 10 herêman nêzî hezar û 500 Elewî qetil kirin.
RÊVEBERIYA ŞAMÊ BÊDENG E
Di raporê de her wiha hate ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Ofîsa Serokkomariyê û Servîsa Ewlekariyê ya Giştî bersiv nedane pirsên berfireh ên Reutersê.