Eşkere bû ku êrîşa bi moşekan a li ser Xumûsê ne rast e

Medyaya dewletê ya Sûriyê piştî nûçeya ku gotî gelek moşekên ser Xumûsê hatin asteng kirin got ‘alarma şaş e’ û ev agahî li derewê qeliband.

Ajansa nûçeyan Sana ragihandibû ku derengiya şevê êrîşa moşekî anîne ser Xûmûsê û ev moşek ji hêla pergala berevaniyê ya hewayî ve hatine astengkirin. Ajansa nûçeyan a Rûsya Spûtnîkê jî îdîa kiribû ku 9 moşek hatine avêtine.

Lê ajansa fermî ya Sûriyê Sanayê di nûçeyeke nû de got, ‘ji ber alarma şaş a binpêkirina qada hewayî pergala berevaniyê ya hewayî dengê hişyariyê da.’’’

Sanayê her wiha xwe sparte gotina rayedarekî leşkerî û got, ‘’Ji derve, êrîşek bi ser Sûriyê de nehatiye’.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê ragihandibû ku li herêma Kalamûnê ya ku du baregehên hewayî lê hene û li baregeha El Şayratê ya li Xûmûsê dengê teqînan tê. Televizyona dewletê ya Sûriye gotibû êrîşek anîne lê diyar nekir bê ka moşek kê avêtine.

Berdevkekî artêşa Israîlê ji AFP’ê re axivî û got, ‘’Haya min ji rûdaneke wiha nîne.’’