Esad biryara tevlîbûna Cenevre2 da

Esad biryara tevlîbûna Cenevre2 da

Ji Sûriyê wê heyetek tevlî Konferansa Cenevre2 bibe. Heyeta fermî a dewletê, wê tevlî Konferansa ku di 22’ê Çila 2014’an de Cenevre pêk were bibe. Îro jêderekî wezareta karên derve a Sûriyê ku ji Ajansa nûçeyan a SANA’ê re daxuyanî dayî wiha ragehand: “Heyet wê direktifên Serokwezîr Esad û daxazên gelê Sûriyê rabigehîne, wê daxaza rabona terorîzmê ji holê bikin.”

Ji Neteweyên Yekbûyî (NY) Şemiya derbaz bûyî ku daxuyaniya pêkhatina Konferansa Cenevre2 a piştî danistandinên nêrînên bi mehan dewam kirî di 22’ê Çileyê 2014’an wê pêk were, kiribû.