Ersoz: Ger hûn çareseriyê bixwazin daxwazên Ocalan qebûl bikin
Ersoz: Ger hûn çareseriyê bixwazin daxwazên Ocalan qebûl bikin
Ersoz: Ger hûn çareseriyê bixwazin daxwazên Ocalan qebûl bikin
Helbestvan-nivîskar Cezmî Ersoz da diyarkirin ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muhatabê hikumeta AKP’ê ye, ji ber vê sedemê pêwîste şert û mercên Ocalan bêne sererastkirin û birêya çapemeniyê dîtinên xwe aşkera bike.
Di hevdîtina heyeta BDP’ê ya li gel Ocalan ku daxwazkiribû hevdîtinê biçapemeniyê re çêbike Ersoz weke “daxwazakî tê fêmkirin” nirxand û anî ziman ku, ji xwe normale ku Ocalanê bi dewlet û hikumetê re di cive ji bo pêvajo pêşde biçe bi kesimên ji derve ên di nava pêvajoyê de cihê xwe digirin hevdîtinan pêkbîne.
Ersoz da nîşakirin ku, dê pir şaşbe ku hikumet daxwaza hevdîtina Ocalan qebûl neke, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste hikumet şert û mercên Ocalan normalbike û daxwazan qebûl bike.
‘OCALAN PÊVAJOYA AŞTIYÊ PIR BAŞ BIRÊVE DIBE’
Cezmî Ersoz da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî pêvajoya aştiyê pir baş birêve dibe ye û got: “Li rexmî ku di hundir de ye jî xwedî zekayekî wisane ku, pêşketinên li derve pir baş dixwîne. Di vê wateyê de ger bixwazin hevdîtinên aştiyê bilez bikevin pêwîste şert û mercên Ocalan yên tenduristî, ewlekarî û ragihandinê normal bikin.”
“PKK RÊXISTINEKÎ XWEDÎ LI GOTINA XWE DERDIKEVE YE”
Ersoz da diyarkirin ku, li gorî pêvajoya vekişînê nêz dibe, hikumet têkildarî yên vedikişin hewil dide pêvajoyê têkel bike û ev dê zirarê bide pêvajoyê. Ersoz da zanîn ku, di aliyê pêvajoyê de xwedî li gotinên xwe derdikeve, yê niha soza xwe negire hikumeta AKP’ê ye.
“EV PÊVAJOY ŞENSÊ ME YÊ DAWIYE”
Ersoz pêvajoya çareseriya demokratîk weke “şensê dawî” dinirxîne û wiha dibêje: “Pêwîste hikumet daxwazan bicih bîne, li hember kesên li dijî pêvajoyê helwesta xwe nîşan bide. Xwedê biparêze eger ev pêvajo jî têk biçe û rêxistin bikeve wê fikrê ku hatiye xapandin, dê bibe dawiya em hemûyan. Ji ber vê çendê pêwîste destpêkê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û ragihandinê yên Birêz Ocalan bêne sererastkirin.
‘HIKUMET LI GOR PÊVAJOYÊ TEVGER NAKE’
Ersoz balkişande ser ku pêwîste ev pêvajo weke navend mirov bê nirxandin, bêy ku pêvajo bibe melzemeyê polîtîk, pêwîste ji fikarên berjewendiyên polîtîk dûr pêvajoyê birêve bibin. Ersoz bilêv kir ku, di vê xalê de hikumet li gorî pêvajoyê tevger nake û pêngavên şênber ne avêtiye.
Ersoz da zanîn ku, pêngavên ku hikumet pêwîste di qonaxa duwem ya pêvajoya çareseriyê de bi avêje, bilez bi avêje û Ersoz destnîşan kir ku, daxwaza Ocalan ya pêwîste heta meha Îlonê qonaxa 3’mîn destpê bike jî divê were cih.