Eronat a AKP'yî pihîn li navê Baydemîr xist

Eronat a AKP'yî pihîn li navê Baydemîr xist

Oya Eronat a AKP'yî, di merasîmên 10'ê Mijdarê de planaka bi navê Baydemîr a li protokolê hatibû danîn, bi pihînan rakir.

Di merasîma dewletê ya li Parka Anit a li amedê bi wesîleya 75. salvegera mirina Mûstafa Kemal de Waliyê Amedê Cahît Kiraç, Fermandarê Baskê 7. ê Artêşê Korgeneral Abdûllah Recep, Oya Eronat a AKP'yî, Rektora Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç û rayedarên dewletê amadebûn. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Alîkarên wî beşdarî merasîmê nebûn.

Beriya merasîmê Eronat a AKP'yî tabeleya bi nivîsa "Şaredarê Bajarê Mezin" a ji bo Baydemîr li cem Walî Kiraç hatibû danîn, bi pihînan dehf da û li cihê vala bû, bicih bû. Dûre jî li Walî Cahît Kiraç vegeriya û got, "Eger nayên merasîmê, çima navê tabelaya navên wan tê danîn." Li ser vê diyalogê Walî Kiraç bang li parastvanên xwe kir û xwest tabela "Şaredar" rakin.

Di sala 2009'an de jî di çalakiYên 23'ê Nîsanê de Fermandarê Hêzên Hewayî yê 2. Korgeneral Rasîm Aslan jî plakaya "Şaredar" a ji bo Baydemîr li protokolê hatibû danîn, bi lingê xwe dehf dabû.