Ermenistanê bersiva nameya li ser ‘tecrîdê’ da

Serokkomariya Ermenistan û Wezareta Karê Derve, bersiva nameya têkildarî tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê da.

Bersiva nameya Yekîtiya Jinên Azad ên Eremenistanê (YJA) ku 26’ê Adarê a têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya ji bo Serokkomariya Ermenistanê re hatibû şandin, hate dayîn. Wezareta Karê Derve jî bi rêya nameyekê bersiv da.

Serokkomariyê anî ziman ku têkoşîna ji bo azadiyê rêzdariyê heq dike, naveroka nameyê baş famkirine.

Serokkomariyê ev got:

“Ji bo Seroka Rêxistina Jinên Kurd Tamara Kalaşyan

Birêz Tamara Kalaşyan

Ji bo nameya we ji bo Serokkomariya Ermenistanê şandî spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Her têkoşîna ji bo azadiyê tê kirin, rêzdariyê heq dike.

Di vê wateyê de naveroka nameya we şandî baş fam dikin.

Heman demê, bibir dixin ku tiştên hûn daxwaz dikin li derveyî rayeya destûra bingehîn a Serokkomariyê û erkên wê ne.

Li gorî destûra bingehîn a Ermenistanê, otorîteya rêvebirina polîtîkaya derve ya Ermenistanê di bin rayeya wê de ye, di asta parlementoyê de, rêveberiya Meclîsê tê birêvebirin, ji ber vê yekê me nameya we ji bo Wezareta Karê Derve û Meclîsa Neteweyî şandiye.”

Li ser vê Wezareta Karê Derve bersiva nameya Seroka Yekîtiya Jinên Azad Tamara Kalaşyanê da.

“Birêz Klaşyan

Radigihînin ku Komara Ermenistan a polîtîkayên cihêkarî, zilmên derhiqûqî, hemû bûyer û pêkanînên derveyî destûrên navneteweyî û mirovî yên di peymana navneteweyî û şertên Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin ên meqamên Tirk dişopîne, em ê platformên navneteweyî bikar bînin.”